Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin

  • rojane
  • 12:53 28 Mijdar 2023
  • |
img
RIHA - Şaredariya Pirsûsê ya qeyûm lê hatiye tayînkirina bûdçeya xwe 137 milyon TL’an di 11 mehan de xelas kir. Tevî îtîrazan jî, Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê qebûl kir ku ji bo mehekê 46 milyon û 500 hezar TL li bûdçeya şaredariyê were zêdekirin.
 
Lêçûna texmînî ya sala 2024’an a Şaredariya Pirsûsê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin û daxwaza bûdçeya zêdekirî ya ji bo meha kanûnê, li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hate nîqaşkirin. Bûdçeya ku anîn komîsyonê, duh di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de hate nîqaşkirin. Li şûna qeyûm Îbrahîm Guneş, midûrê xizmetên darayî yê şaredariyê tev li civînê bû. Meclisê ji ewil têkildarî daxwaza bûdçeya lêzêdekirî ya Şaredariya Pirsûsê ya ji bo meha kanûna 2023’yan hevdîtin kir. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de, ji bo mehekê daxwaza 46 milyon û 500 hezar TL bûdçeya lêzêdekirî kir. Hat îdiakirin ku ji vê bûdçeya lêzêdekirî dê milyonek û 500 hezar TL ji bo kirîna amûrên werzîşê, 12 milyon TL ji bo kirînên xizmetê, 33 milyon û 500 hezar TL jî ji bo lêçûnên mitehitiyê bên xerckirin. Hat xwestin ku ji bûdçeya lêzêdekirî 21 milyon û 500 hezar TL ji para Dahatên Bacên Îdarî ya Navendî bê pêşwazîkirin û 20 milyon TL jî ji deynkirina navxweyî (Banka Îllerê) bê pêşwazîkirin. Ev daxwaza li Komîsyona Îhtîsasê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hate nirxandin û bi piraniya dengên endamên meclisê yên AKP-MHP’î hate qebûlkirin. Endamên meclisê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) jî şerh danîn ser daxwazê. 
 
BÛDÇE SÊ QET ZÊDETIR KIR
 
Di civîna meclisê de her wiha li ser bûdçeya texmînî ya sala 2024’an a Şaredariya Pirsûsê jî hevdîtin hatin kirin. Endamên meclisê yên HEDEP’î bi sedema “bûdçeya qeyûm bûdçeya gel nîne” şerh danîn ser bûdçeyê lê ev bûdçe bi piraniya dengên endamên AKP-MHP’î hate qebûlkirin. Ji bo sala 2024’an weke texmînî 427 milyon û 505 hezar û 101 TL bûdçe hate daxwazkirin. Di sala 2023’yan de ji bo Midûriyeta Karên Paqijiyê 69 milyon û 805 TL bûdçe hatibû veqetandin lê ji bo sala 2024’an ev par derxistin 132 milyon û 196 hezar û 634 TL’an. Ji bo Karên Çand û Hunerê di sala 2023’yan de 26 milyon û 497 hezar û 684 TL hatibûn veqetandin û ji bo sala 2014’an ev par derxistin 82 milyon û 310 hezar û 557 TL’an. Ji bo Midûriyeta Park û Bahçeyan di 2023'yan de 16 milyon û 750 hezar TL bûdçe hatibû veqetandin û ji bo sala 2024'an tenê 200 hezar TL li ser hate zêdekirin. Ji bo Midûriyeta Karên Fenê di sala 2023’yan de 45 milyon û 637 hezar TL bûdçe hatibû veqetandin û ji bo sala 2024’an jî bûdçeya wê weke 101 milyon û 882 hezar û 906 TL hate texmînkirin. Her wiha bûdçeya Midûriyeta Rûxset û Venêrînê ku 300 hezar TL bû û Midûriyeta Keyatiyê ku 450 hezar TL bû jî ji bo sala nû nehatin guherandin. Bûdçeya lêzêdekirî ya Şaredariya Pirsûsê û bûdçeya sala 2024’an li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hate qebûlkirin. 
 
JI BO MEHEKÊ 46 MILYON TL BÛDÇEYA LÊZÊDEKIRÎ XWESTIN
 
Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya HEDEP’î Rûken Baran têkildarî daxwaza bûdçeya lêzêdekirî û bûdçeya 2024’an ji ajansa me re axivî. Baran, da zanîn ku bûdçeya Şaredariya Pirsûsê ya sala 2023’yan 127 milyon TL ye û wiha got: “Ji bo meha kanûnê 46 milyon û 500 hezar TL bûdçeya lêzêdekirî xwestin. Tevî dengên me yên şerhê jî daxwaz ji hêla endamên AKP-MHP’î ve hate qebûlkirin. Şaredariya ku di 11 mehan de 127 milyon TL xerc kiriye dê di mehekê de ji sê parên bûdçeyê yekê jî xerc bike. Me sedema xwestina bûdçeyê jê pirs kir û gotin; ‘em ê ji bo qada çandê bi kar bînin.’”
 
JI BO TEMÎRKIRINA BANÊ DIBISTANÊ 12 MILYON TL 
 
Bi domdarî Baran got ku midûrê li şûna qeyûm tev li civînê bûbû, îdia kir ku di bin navê “Kirînên xizmetê yên din” de ji bo temîrkirina banê dibistanekê dê 12 milyon TL’an xerc bikin. Polat, wiha pê de çû: “Temîrkirina banê dibistanê di berpirsyartiya şaredariyê de nîne. Şaredarî çima ji bo çêkirina dibistanê seferberiyê radighîne? Divê MEB vê bike. Çawa 12 hezar TL’an vediqetîne. Ji 10 parên bûdçeyê parek jê ji bo temîrkirina banê dibistanê tê veqetandin. Ev tiştekî bi aqilane nîne.” 
 
JI BO MÛÇEYÊ 132 KARKERAN 100 MILYON TL HATINE VEQETANDIN! 
 
Baran, got ku ji bûdçeya 2024’an 132 milyon û 166 hezar TL ji bo Midûriyeta Karên Paqijiyê hatine veqetandin û wiha pê de çû: “Li gorî navçeyên din, para qeyûm veqetandin pir zêde ye. Dema me sedema vê pirsî jî gotin ku mûçeyê 132 xebatkaran 100 milyon TL digire. Gotin ku dê bi 32 milyon TL’an jî alavên paqijiyê bikirin. Dîsa ev pereye jî pir zêde ye. Mimkin nîne ji bo 132 karkeran 100 milyon TL mûçe were dayîn. Me ji endamên meclisê yên AKP’î pirsî û wan jî got ku ew jî dizanin karkerek 63 hezar TL mûçe wernagirin lê dengê xwe dernexistin.” 
 
JI BO ÇANDÊ 82 MILYON TL HATE VEQETANDIN
 
Herî dawî jî Baran ev agahî parve kir: “Ji bo Midûriyeta Çand û Xizmetên Civakî 82 milyon û 310 hezar û 557 TL bûdçe hate veqetandin. Şaredariyên din ji bo vê midûriyetê ji milyonek lîre kêmtir xwestin. Şaredariya Hîlwanê ji bo vê midûriyetê 500 hezar TL xwest. Anku daxwaza qeyûm pir zêde ye. Dema me sedema vê pirsî jî bersiv nedan. Bêyî ku projeyeke wan hebe pereyeke wiha xwestine.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

08/05/2024
09:16 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
09:09 Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd
09:02 Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin
09:02 Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin