* Di referandûma 16'ê Nîsanê de li Amedê keyayê gundê Yabanardiyê Hidir Yildiz, dema pisûleya dengan a bûka xwe ji dest wê derxist şer rû da û di vî şerî de 3 kes miribûn. Dîmenên vê bûyerê derketin holê. Der barê keyayê ku bû sedema cinayetê de biryara "neşopandinê" hat dayîn.
* Nûçegîhana me Seda Taşkin ku li ser maileke îxbarê hat binçavkirin û dû re hat girtin, her çend diyar bû ku mail ji navnîşaneke girêdayî "EGM" (Midûriyeta Giştî ya Emniyetê) hatiye şandin jî, dîsa nehat berdan. Parêzer Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku ew ê îtirazî vê biryara neheq bikin.
* Hema bêje li ser her girên Şemzînanê qereqol û qaleqol hatine çêkirin. Riya navbera Gever-Şemzînanê 45 deqîqe ye, lê belê ji ber noqteyên venêrîbê yên li ser rê carinan rê dibe 6 saet jî. Şemzînanî gotin navçe veguherandina girtîgeheke vekirî.
* Li Qoserê ku ji ber rewşa aborî ya her diçe xirabtir dibe di demên dawî de bi dehan fîrmayên îxracatkar îflas kirin, welatiyan diyar kir ku hilbijartina zordest ji bo rizgarbûyîna ji krîzê firsendeke baş e.
* Rêxistina HDP'ê bi armanca halê dawî yê namzetiya serokomariyê û plana hilbijartinê diyar bike dê li navendê kom bibe.
* Hîndekar, xebatkar û xwendekarên Zanîngeha Stenbolê dê li dijî perçekirina zanîngehê li pêş Kampusa Beyazitê daxuyaniyê bidin. (12.30)