NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku nêzî sal û nîveke di girtîgehê de ye, têkildarî hilbijartina 24'ê Hezîranê peyamek şand.
Peyama Demirtaş li ser hesabê wî yê fermî yê Twitterê hat parvekirin. Di peyamê de ev tişt hat gotin: "Barê herî giran ê kampanyaya hilbijartinê li ser pişta hevserokên me ye. Em li her derî wan bi awayekî girseyî û coşeke mezin pêşwazî bikin. Serkeftin."