Li Wan û Colemêrgê 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin

img
WAN – COLEMÊRG – Li Wan û Colemêrgê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi coş hat pîrozkirin. 
 
Li Wanê bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li Parka Aştiyê ya Musa Anter hat pîrozkirin. Girse ji sê deriyan ve herikî qada mitîngê. Rêveberên KCD, HDP, DBP, EMEP, ESP, ÎHD û saziyên jinan û bi hezaran kes tev li mitîngê bûn. Pankartên têkildarî wateya rojê li qada mitîngê hatin daliqandin. 
 
Beriya bername dest pê bike goveng hat gerandin.  Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca dema hat qadê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Girseyê bênavber dirûşmeyên "Bijî Yek Gulan, Bijî Aşitî" û "Bijî Berxwedana Zîndanan" berz kirin. 
 
Bername bi rêzigirtinê dest pê kir. 
 
Seher Kadîroglu Ataş li ser navê Komîteya Amadekar axivî û bi bîr xist ku 110 hezar kedkar îxrac bûn û neheqiya li ser karker û kedkaran dewam dike. Ataş anî ziman ku di pêvajoyek şer diqewime, jin tên kuştin û xweza û axa wan tê talankirin de diçin hilbijartinê û dê bersiva wan bê dayîn. 
 
UCA: CEJNA OCALAN Û GIRTIYAN PÎROZ BE
 
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca jî axivî û wiha got: “Em cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pîroz dikin. Rojên azadiyê pir nêz in. Em di rojên dîrokî de derbas dibin. Bi OHAL’ê û KHK’yan bi hezaran kedkar ji karê xwe bûn. Dê gelê me yê Wanê di 24’ê Hezîranê de bersiv bide siyaseta tifaqa AKP û MHP’ê. Wan ji 24’ê Hezîranê re jixwe amade ye. Wê têkoşîna azadî û demokrasiyê bi ser bikeve.” 
 
Piştî axaftina Uca, Koma Rojerya derket ser dike strî. Mitîng bi gerandina govendê xelas bû. 
 
COLEMÊRG
 
Saziyên ked û demokrasiyê li Colemêrgê jî li Bazara Gel 1’ê Gulanê pîroz kirin. Pîrozbahî di bin siya çekên polîsan de pêk hat. Rêveberên HDP, DBP, CHP û nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Piştî axaftinên hatin kirin, mitîng li ber guhdarkirina stranan û govend gerandinê qediya. 

Sernavên din

02/05/2018
09:04 Maila îxbarê ya der barê rojnamevan Taşkinê de ji aliyê EGM'ê ve hatiye şandin
09:03 3 kes miribûn: Keyayê AKP'î wisa mudaxile kiribû
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2018'AN
01/05/2018
23:43 5 fezlekeyên din jî der barê parlementerên HDP'ê de şandin meclîsê
22:58 Siyasetmedara kurd Palabiyik li Îzmîrê hat veşartin
20:38 Demirtaş: Em li her derî hevserokên xwe bi girseyî û coş pêşwazî bikin
20:29 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
17:50 Polîsan piştî pîrozbahiyê êrîş kir û du kes binçav kir
17:47 Li çar aliyên Tirkiyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
17:32 Bîlgen bû mêvanê Pirtukakurdi.com’ê
17:30 Li Wan û Colemêrgê 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin
16:51 Temellî: Ji yên li vir kurd in û li Enqereyê gur in re deng nîn in
16:23 Bi deh hezaran li Gundogdu qêrîyan: Heta 24'ê Hezîranê 1 Gulan
16:13 Li qadên 1’ê Gulanê qîr kirin: Hûn nikarin vîna me têk bibin
15:52 Turk-Îşê jî piştgirî da operasyona OSO
15:49 Li Beyoglu 66 kes hatin binçavkirin
15:31 Çerkezoglu: Dê Ked Erdogan rawestîne
Bozgeyîk: Dê di 24'ê Hezîranê de bersîva pêwst bê dayîn
15:09 TTB, KESK û DÎSK'ê 1'ê Gulanê li Mêrdîn pîroz kirin
15:08 Li Amedê pîrozbahiya 1’ê Gulanê dest pê kir
14:39 Îlham Ehmed: Divê navdewletên ji bo Efrînê soz dan, sozên xwe pêk bînin
14:23 Pêngava Bagera Cizîrê ji nû ve dest pê kir
14:06 Polîsan xwest pankarta 'Ji rojnamegeran re azadî' asteng bike
13:50 Mîtînga Stenbolê bi tevlêbûna sed hezaran dest pê kir
13:41 MSD'ê bang li civakên navdewletî kir: Zûtirîn demê Tirkiye ji Efrînê derxin
13:20 Meşa karkerên Îzmirê ji 4 milan ve dest pê kir
12:50 Bi sed hezaran dimeşin Qada Maltepe
11:09 Rêveberê HDP'ê li Osmaniyê hat binçavkirin
11:08 Karamollaoglu bû namzetê serokomariyê yê partiya xwe
11:08 Li Beşîktaşê mudaxeleya Taksîmê: 20 kes binçavkirin
11:07 Taksim li karkeran qedexe ye ji Hak Îş’ê re serbest e!
10:32 Çîna karkeran li 75 navendan 1'ê Gulanê piroz dike
09:41 Polîsan Qada Taksimê li trafîkê girt
09:03 ‘Hin bijîşk li gorî nêrîna girtiyan wan derman dikin’
09:03 Gullu: Şideta li hemberî jinan di 10 salan de 3 qat zêdetir bû
09:02 'Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derkevin’
09:02 Rezervasyon tên betalkirin, turîzmvan bêhêvî ne
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2018'AN
30/04/2018
23:50 Li Dersimê 3 leşker birîndar bûn
23:46 Li malê tûp teqiya: 2 kes mirin
23:02 ‘Lêgerîna ji bo îtifaqeke bêyî HDP'ê tê wateya gerandina dolaba îktîdarê'
20:57 Peyama Demîrtaş a 1'ê Gulanê: Em bi hev re pêşî dakevin qadan, paşê jî biçin ser sindoqan
20:07 Qada Taksîmê bi bariyeran hat girtin
18:45 Temellî: Gel dê çawa deng bide kesên Hecî Lokman Bîrlîk kaş kir?
17:58 Aldar Xelîl: Berxwedan dê bersîv bide dagirkeran
17:20 Li Afganîstanê êrîş: Xebatkarên BBC û AFP'ê jî di navde 25 kes mirin
16:15 Beştaş a HDP'î: Ger cesareta we hebe Demirtaş berdin
16:14 40 qadên Besta ya operasyon lê berdewam dike, qedexe kirin
15:57 'Pîrozbahiya 1’ê Gulanê dê bandorê li ser hilbijartinê bike’
15:46 Li Aydinê gelek kes hatin binçavkirin
15:24 Bernameyên 1’ê Gulanê yên li bajaran diyar bûn
15:23 Li Colemêrgê gel vexwendin pîrozbahiya 1’ê Gulanê
15:15 Cizîriyan bi heybetek mezin Temellî pêşwazî kirin
15:03 Herêma Serhedê girêdana xwe ya bi HDP’ê re carek din nîşan da
14:47 Kasibkarên Rojhilat dest bi çalakiyê kirin
14:20 Li Mêrsînê banga tevlîbûna 1’ê Gulanê
13:52 Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê meşiyan
13:18 Xewa biharê ya li ber bircên dîrokî
13:04 Xwendekarên Zanîngehê: Di 1'ê Gulanê de li qadan bin
12:59 Dozger xwest Demîrtaş û Onder 5 salan bên cezakirin
12:51 Li Dîlokê 1’ê Gulanê dê li Parka Kirkayak bê pîrozkirin
12:37 Cenaze ligel hatin teşhîskirin jî nedan malbatan
12:36 Rojnameger Taşkin nehat berdan
12:04 Gava pincar kom kir ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da
11:35 Îthalatê gelek zêde bû
11:20 Tevinkarê Berikan: Li vê derê patron tune ye
11:06 Bernamzeta AKP'ê bi 'xapxapok'î tê sucdarkirin
10:45 ‘Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyên wan hene’
10:08 Li Taksimê bariyerê 1'ê Gulanê
09:57 ‘Lêgerînek me ya platformek çareseriyê bîne heye’
09:56 Kurkçu ji kedkar û karkeran xwest di rêveberiyê de cih bigirin
09:24 Belgeya serkeftinê dan polîsê 4 welatî kuştin
09:12 Mêrdîniyên ceyrana wan hat qutkirin: Deng ji AKP ya ceyranê qut dike re tune
09:12 Hekimê tevî 90'ê esrar hat girtin çima hat Amedê?
09:11 Ridvan Turan: Em fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin
09:10 Komiteya Amadekar ya Enqereyê: Em ji 1'ê Gulanê re amade ne
09:09 Dayika 97 salî Zeycan 37 salin li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Tunç ê ji kar hat avêtin: Em 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê
09:07 Parlamenterê HDP’î Aslan: Îktîdar dixwaze meclîsa pir dengî ji holê rake
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2018'AN
08:56 Li dijî baragehê leşkerî yên Hama û Helebê êrîşên bi fuze
29/04/2018
20:57 QSD'ê 4 gundên Dêrazorê ji destê rêjîma Baas derxistin
20:35 Temellî: Em dê tu carî xerakirina li Sîlopî, Cizîr û Şirnexê ji bîr nekin
19:20 Parlamenterên HDP'ê li Îzmirê tev li xebatên hilbijartinê bûn
18:53 Li Bestayê şer: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
16:39 Kesên di 1'ê Gulana 1996'an de hatin qetilkirin hatin bibîr anîn
16:33 Wesayîta leşkerî qelibî: 3 leşker birîndar bûn
16:23 Platforma Jinan a Helkîz li Êlihê hat avakirin
16:21 Wekîla HDP’ê Irgat: 1'ê Gulanê dê encama 24'ê Hezîranê diyar bike
14:57 Komîteya 1’ê Gulanê: Em ê di hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin AKP-MHP’ê
14:45 Temellî: Şirnex Şirnexî, Efrîn Efrînî dê bi rêve bibin
14:17 Li Edeneyê ciwanek hat binçavkirin
13:37 Yildirim: Serkeftin dê ya gelan be
12:58 Nûçegihana me Taşkin sibe derdixin dadgehê
12:50 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li NY kir: Dawî li dagirkeriyê bînin
12:13 Buldan: Namzetê me, kesê herî wêrek ê Tirkiyeyê ye
11:40 Girtiyên jin: Em derp kirin û bi erdê re kaş kirin
11:22 Li Çewligê 26 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
11:13 Gurkan: Me di 16 Nîsan 7'ê Hezîranê û Gezî de hevî dît
10:49 Li Sêwasê karkerekî Sûriyeyî ji înşeatê ket û mir
10:44 Destûra meşa 1’ê Gulanê hat dayîn