STENBOL - Li gorî daxuyaniya Midûrê Polîsan ê Stenbolê, li navçeya Beyoglu 60 kes hatin binçavkirin. Li nokteyên kontolê yên Maltepe jî 6 kes hatin binçavkirin.
Karker û kedarên ku xwestin 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Qada Taksimê piroz bikin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Endamên Komeleya Ciwanên Şoreşger ku xwestin têkevin qadê rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ewil 4 ciwanên ku pankarta “Em qedexeya Taksimê nas nakin" hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hakan Butun, Arzum Gunduz, Metin Coşkun, Ahmet Ediz Kankur.
Li herêma Talimhane ya Stenbolê jî endamên Yekîtiya Têkoşînê pankart vekir û çalakî pêk anîn. 4 endamên Yekîtiya Têkoşînê jî di mudaxaleya polîsan de hatin binçavkirin. Polîsan di mudaxaleyê de xwendekar Dogukan, Ali Ekber Erarslan, Hidir Devrim, Suleyman Çakmak û Pinar Kara binçav kirin.
Li milê Siraselviyan jî polîsan jinek binçavkir. Midûrê Polîsan ê Stenbolê, têkildarî binçavkirinan daxuyanî da û diyar kir ku li navçeya Beyoglu 60 kes hatin binçavkirin.
Li Malbete jî 6 kes hatin binçavkirin. Ji koma ku xwest li Maltepe beşdarî mîtîngê bibe jî li nokteyên kontrolê 6 kes hatin binçavkirin.