MÊRDÎN – Karker û kedkarên li Mêrdînê di pêşengiya TTB, KESK û DÎSK'ê de 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz kirin. Bi sedan kesên ku tev li mîtîngê bûn bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana karkeran” berz kirin.
Bi sedan karkerên li Mêrdînê di pêşengiya TTB, KESK û DÎSK'ê de li Parka Karayollari kom bûn, ji bo 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bikin mîtîng pêk anîn. Di mîtîngê de endam û rêveberên KESK, DİSK, Odeya tabîban a Mêrdînê li pêş avaiya KESK'ê kom bûn û meşiyan Parka Karayollari. Bi sedan karkerên kom bûn bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana karkeran” û “Bjiî Yek Gulan” berz kirin. Karkeran bertek nîşanî îlana OHAL'ê û KHK'yan dan û xwest demek berî demekê OHAL rabe û KHK'yan betal bikin. Girseya ku tev li meşê bû wêneyê Aziz Yural ê li Navçeya Cizîrê di qedexeyan de ji aliyê polîsan ve hat kuştin jî bilind kirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin endam û rêveberên HDP, DBP û CHP’ê jî tev li mîtîngê bûn.
Di mitîngê de parlamentera HDP’ê Leyla Birlik, 1'ê Gulanê li hemû karkeran pîroz kir û bal kişand ser kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane. Bîrlîk, anî ziman ku ji bo têkoşîna wan bigînin serkeftinê dê heta dawî têbikoşin û wiha got: "Heta ku em welatekî azad, aram, bi edalet û wekhev ava bikin tekoşîna me dê bidome. Em dê AKP’ê ser serî teqil bikin. Teqez em dê bi ser bikevin."
Piştî Bîrlîk hunermend Mem Ararat derket ser dikê û stran gotin. Li Şirnexê jî Rêveberên HDP û DBP'ê yên Şirnexê jî bi heman armancê li Herêma Sanayiya Organîze ya Şirnexê esnaf û karker ziyaret kirin û cejna karkeran pîroz kir. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokê DBP'ê yê Şirnexê Yakup Barkin jî tev li komê karker ziyaret kirin.