AMED – Li Amedê bi beşdariya hezaran kes pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkerên Cîhanê dest pê kir. Gel Qada Îstasyonê tije kir û bê navber dirûşmên “Ji OHAL’ê re na” û “Bijî berxwedana Efrînê” berz kirin. Polîsan xwest dengê dirûşmeyan bi dengê muzîkê qût bike, lê hewldana polîsan bi ser neket.
Li Amedê bi pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkerên Cîhanê hat lidarxistin. Pîrozbahiyê bi beşdariya hezaran kes li Qada Îstasyonê dest pê kir. Beriya pîrozbahî dest pê bike, serê sibê hemû riyên diçin qada mitîngê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Li derdora qada mitîngê bi sedan polîs û maşîneyên zirxî hatin bicihkirin.
Kortej û welatiyên herikîn qada mitîngê di nokteyên lêgerîna polîsan de derbas kirin. Ji heft salî heta heftê saliyan yek bi yek hatin lêgerînkirin. Kelûpelên mîna pereyên zîv, heste, pênûs, rûj, parfûm û dedorant bernedan qadê. Polîsan hin welatiyan di kontrola GBT’ê de derbas kirin.
Li qada mitîngê pankartên “Em ê bi 1’ê Gulanê rojên xweş bibînin”, “Ji qirkirina kedkar û karkeran na”, “Em ê nebin qurbanê cînayetên kar û em ê welat ji şer û kedxwariyê rizgar bikin”, “Ji bo jiyanek birûmet û ewlehiya kar ji OHAL’ê re na”, “Nasname û keda me ya me ye”, “Bi jina azad ber bi civaka azad ve”, “Bijî biratiya gelan” û “Ji KHK’iyan re na” hatin daliqandin.
EFRÎNÊ SILAV KIRIN
Saziyên sivîl û partiyên siyasî bi al û pankartên xwe meşiyan qadê û bi komî hatin cihê xwe li qadê girtin.
Di meşê de bênavber dirûşmên wek “Bijî Yek Gulan”, “Ji OHAL’ê re na”, “Bijî berxwedana karkeran”, “Ji Efrînê heta Kerkûkê hezar silav li karkeran”, “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bijî yek Gulan, azadiya Kurdistan" berz kirin.
ROJNAMEGER BI KORTEJ MEŞIYAN QADÊ
Her wiha rojnameger jî bi pêşengiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî bi kortek meşiyan qadê û bê navber dirûşmên “Çapemeniya azad bêdeng nabe” û ji “Bêdeng nebe, qîrbike û ji sansûrê na” berz kirin. Kedkar û welatiyên li qadê rojnamegeran bi çepikan û tîliliyan pêşwazî kirin.
TEMELLÎ Û HEYETA XWE BI KELECAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û heyeta pê re bi meş hatin qadê û kedkar û gel bi kelecan ew pêşwazî kirin. Temelî û yên pê re gel silav kirin û derbasî baxçeyê platformê bûn. Kedkar û karkeran bi dirûşma “Bijî biratiya gelan” heyetê pêşwazî kirin.
XWESTIN SLOGANAN ASTENG BIKIN, LÊ BI SER NEKETIN
Mitîng ji bo kesên di têkoşîna azadî û demorkasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêz girtin3e dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de welatiyan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û têkildarî Efrînê berz kirin. Polîsan ji bo ku dengê sloganan têk bibe, dengê muzîkê bilind kir. Lê dîsa jî muzîkê nikaribû dengê sloganan kêm bike. Kedkar û gel guh nedan dengê muzîkê û bê navber dirûşm berz kirin.
STRANA ‘HERNE PÊŞ’ HIŞYAR KIRIN
Muzîkjenên li ser dikê dema dixwestin akorta amûrên xwe bi ahenga strana “Herne Pêş” a Şivan Perwer re çêbikin, ji aliyê polîsan ve hatin hişyarkirin.
Bi hezaran kesê qadê tije kirin, li ber stranên tên lêdan govend gerandin.
Piştî rêzgirtinê bernameyê bi axaftina komîteya amadekar dest pê kir û dê bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û hunermend Çarnewa û Azad Bedran dewam bike.
Mitîng didome.