QAMIŞLO - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed geşedanên siyasî û leşkerî li ser asta Sûriyê nirxand û diyar kir ku sozên navdewletî hene ku zextên li Tirkiyê bikin da ku ji Efrînê vekişe.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed geşedanên siyasî û leşkerî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. Îlham Ehmed li ser êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê û milîsên wê yên li ser nûqteyên şervanên QSD'ê, diyar kir ku mebesta rêjîma Sûriyê ew e ku projeya Neteweya Demokratîk têk bibe û wiha got: "Êrîs di demekê ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk amadekariyên rizgarkirina herêmên mayî yên li rojhilatê Çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ dike de, hate kirin."
Îlham Ehmed anî ziman ku berisva êrîşan hate dayîn, lê divê êrîş careke din neyîn kirin. Îlham Ehmed, da zanîn ku derkete holê koalîsyonên nû li ser herêmê têne kirin û wiha domand, "Ev koalîsyon wê bi ku derê Ve biçe, wê çi encamê bi xwe re bîne, hîna ne diyar e. Lê pêwîste koalîstyona Rûs, Tirkiyê û Îran li xeta Cinêvê vegerin û Cinêv bikin bingeha danûstandinên derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê, di heman demê de jî beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê pêwîstiyeke, heger ne wisa be alozî wê berdewam bike."
Îlham Ehmed, li ser daxuyaniyê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Ogulo ku dibêje lihevkirinên wan bi aliyê Amerîkî re derbarê çûna Minbicê hene ev tişt anî ziman, "Di aloziyan de her tim supraz derdikevin, em texmîn dikin ku heger bûyereke wisa çêbibe û Tirkiyê û Amerîkayê li ser Minbicê li hev bikin, wê demê Amerîka stûna ku pişta xwe lê digire dişkîne. Heger pêkhateyên herêmê û rêveberiya wê qebûl nekin gaveke bi rengî were avêtin, em jî qebûl nakin, lê projeyên wisa aloziya Sûriyê çareser nake, berevajî wê aloziyê kurtir dike. Sozdayînên navdewletî jî hebûn ku fişarê li Tirkiyê bike da ku ji Efrînê vekişe. Derbarê vegera şêniyên Efrînê jî pêşniyarên me bûn, ku şênî bi parastina Hêzên Parastinê ya Aşîtiya navdewletî re vegerin warê xwe. Aloziya Sûriyê wê kûrtir bibe heger ku projeyên çareseriyê nebin. Heger ku lihevkirinên navdewletî jî derbarê çareserkirinê nebin, şer wê dirêj bike."