ÎZMÎR – Li Îzmirê karker ji bo 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bikin ji 4 milan ve dest bi meşê kirin. Karkeran di meşê de pankart û dowîzên ku daxwazên xwe tînin ziman rakirin. Lê polîsan mudaxaleyî pankarta “Ji rejîma yek zilam re na" kirin û xwestin daxin.
Di pêneşgiya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê de bi deh hezaran karker li Îzmirê ji 4 milan ve dimeşin qada mîtînge. Korteşa DÎSK û KESK'ê ji milê navçeya Konakê, korteşa TMMOB, Odeya Tabîban a Îzmîrê, EMEP û HDP'ê ji milê Qada Cumhuriyetê, korteja CHP'ê ji milê Konak Pierê û karkerên Turk-Îş jî ji milê kendava Alsancakê dest bi meşê kirin û berê xwe dan qada Gundogdu. Karkerên şaredariyê li navçeyên Karşiyaka û Çîglî kom bûn û govend gerandin û amadekariyê meşê dikin. Karkerên saya yên sala par bi çalakiyên xwe derketn pêş di kortejên Komeleyên Karkerên Cerm, Tekstîl, Qundira de cihê xwe girtin. Komên Dersimspor û Goztepe Sporê jî di meşê de cihê xwe girtin.
POLÎSAN DESTÛR NEDA PANKARTA 'YEK ZILAM'
Komên karkeran li nokteyên lê kom bûn bi kurdî û tirkî stran gotin û govend gerandin. Karkerên ku pankartên li dijî OHAL, qeyûm û KHK'yan vekirin "Em dê li dijî zilmê çong danînin", “Bijî 1 Gulan”, “Soma nede ji bîr kirin", “Ji cînayetên karkeran, xebata bê ewle û şer re na", “Keda jinê dê jiyanê xweşik bike" vekirin û meşiyan. Di meşê de polîsan pankarta “Ji rejîma yek zilam re na" desteser kir û destûr neda karker wê pankartê rakin.
KILIÇ Ê 170 ROJIN DI GIREVÊ DE YE BI SANDALYEYÊ TEV LI MEŞÊ BÛ
Karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Mahîr Kiliç ê ji bo mafê xwe 170 rojin di çalakiya grevê de ye jî bi sandalyayê tev li meşê bû. Karkerên 22 rojin li pêş Rektoriya Zanîngeha Egeyê ji bo mafê xwe ketine çalakiya rûnştinê jî tev li meşê bûn. Bi deh hezaran karkerên ku ji 4 milan de dest bi meşê kirin bi dehan pankartên ku daxwazên xwe tînin ziman berê xwe dan Qada Gundogdu ku lê mîtîngê pêk bînin. Meş bi dirûşme, stran û govendê berdewam dike.