STENBOL - Polîsan beriya pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, Qada Taksimê li trafîkê girt. Polîsan ji duh ve bi TIR'an bariyer kişandin qadê û îro hemû rêyên diçin Qada Taksimê li trafîkê girt û Qada Taksimê li welatiyan girt. Destûr nadin ku rojnameger jî têkevin qadê. Dîsa rêyên diçin Qada Mîtînga li Maltepe jî li trafîkê girtin.
Polîsan beriya pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, hemû rêyên ku diçin Qada Taksimê li trafîkê û rêwiyan girt û destûr nade tu kes derbasî qadê bibin. Polîsan piştî qad bi bariyerên hesinî girtin, destûr nadin ku rojnamger jî têkevin qadê. Polîsên ku li dora qadê kom bûn û destûr nadin kes têkeve qadê, kesên dixwazin biçin qadê, li nasnameyawan dinerin û wan ji qadê dûr dixin. Li aliyê din polîsan rêyên diçin qada Maltepe ku mîtîng bê lidarxistin jî, li trafîkê girtin.