* Turîzmvanên Bodrûmê ku di bin şert û şirûtên Rewşa Awarte de dest bi serdema nû kirin, diyar kirin ku rezervasyonên tune ne û îsal jî tu hêviya wan tune ye. Otelvan Huseyîn Ozturk got: "Piştî şerê Efrînê û krîza hilbijartinê rezervasyon hatin betalkirin."
* Ciwanên Mêrsînê anîn ziman ku ew ê destûrê nedin çêkirina Santrala Akkuyuyê û gotin: “Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derbikevin.”
* Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gullu, destnîşan kir ku li Tirkiyê di 10 salên dawî de şideta li hemberî jinan 3 qat zêdetir bûye û ji ber ku di vî warî de tu lêkolînên dewletê tune ne, rêxistinên civaka sivîl daneyan berhev dikin û dibe ku bîlanço zêdetir bibe.
* Rêveberê Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re Ahmet Oguz diyar kir ku binpêkirina mafan gihîştiye noqteyek krîtîk û bi taybetî hin bijîşk li nêrîna siyasî dinêrin û girtiyên nexweş muayene dikin.
* Di pêşengiya KEKS, DÎSK, TMMOB û TTB'ê de dê li Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Semsûr, Dîlok, Riha, Edene, Mêrsîn, Hatay, Îzmir, Enqere û Stenbolê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bi mîtîng û daxuyaniyên girseyî bê pîrozkirin. Hevserok û Parlamenterên HDP'ê jî dê tev li pirozbahiyan bibin. (12.00-16.00)