AMED– Rêxistina HDP'ê ya Amedê û 73 rêxistinên civaka sivîl ên bajêr li hev civiyan. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di civînê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin herkesî bihebînin.
Rêxistina HDP'ê ya Amedê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi 73 saziyên civaka sivîl ên bajêr re civînek çêkir. Civîn li Oetla Lîvê pêk hat. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlementerên HDP'ê yên Amedê Îmam Taşçier, feleknas Ûca, Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp, rêveberiya HDP û DBP'ê yên bajêr jî tev li civînê bûn. Di destpêka civînê de Hevserokê HDP'a Amedê Mehmet Şerîf Camci axivî û destnîşan kir ku Amed bajarekî dîrokî ye.
‘NE EFÛYA BACÊ BERTÎLA HILBIJARTINÊ YE'
Dû re Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axivî û diyar kir ku ew girîngiyê didin dînamîkên herêmê. Temellî ku hilbijartina heyî wekî "hilbijartina panîkî" nirxand got: "Li welat krîzeke ku îktîdarê têxe nav panîkê heye. Em bi krîzeke rêveberiyî re rû bi rû ne. Krîza meşrîiyetî ya îktîdarê heye. Piştî referandûma 6'ê Nîsanê serokomartiya partiyî welata ber bi fetlonekekê ve biriye. Serokomartiya partiyî tersê edet û siyaseta vî welatî ye." Temellî bi lêv kir ku yek ji krîzên sereke yên li welat jî krîza aborî ye û got: "Di 6 salên dawî de 6 ceran efûya bacê çêbû. Kêmasiya budçeyê zêde dibe. Faîz zêde dibin. Qûr zêde dibin. Serokomartiya partiyî jî krîza heyî bi geşedanên derî îktîsadî yên wekî lobiya faîzê ve girêdide. Ev efûya bacê jî bertîla hilbijartinê ye. Dê îktîdar çawa kêmaniya cariyî ji holê rabike. Li hemberî krîzê bernameya edaletê divê. Lê belê ev feraseta tekparêz dûrî vê yekê ye."
Temellî destnîşan kir ku ji bo hilbijartina bê tu wehdên îktîdarê tune ne û got: "Tekane wehda wê Rewşa Awarte (OHAL) e. Tiştên ji dema referandûma 16'ê Nîsanê ve heta niha hatin kirin, nîşaneya ku dê di 5 salên pêş de çi bên kirin. Fîlmê 5 salên li pêş me ji nêz ve hatiye kişandin. Eger em naxwazin 5 salan vî fîlmî temaşe bikin, divê em bifikirin ka çi bikin. Divê herkes tev li vê pêvajoyê bibe. Dê 24'ê Hezîranê bibe hilbijartina herî girîng."
‘EM Ê BI NAMZETÊ XWE TÊKEVIN HILBIJARTINÊ'
Temellî diyar kir ku ew ê bi namzetê xwe têkevin hilbijartinê. Temellî anî ziman ku ji ber berberîbûna li welat partî newêrin bên cem heve û got: "HDP xwe bi xeta xwe tenê sînordar nake. Em herkesî dihebînin. Hemû temsîliyet muhîm in. Partiyên din ji dêvla temsîliyetê di ser kesan re pêvajoyê dimeşînin. Lê belê em hewl didin ku divê hemû derdor bên temsîlkirin. Di vê çarçoveyê de lêgerînên îtifaqê yên bêyî HDP'ê tê wateya gerandina dolaba îktîdarê."
Piştî axaftina Temellî civîn bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam ki