ŞEHBA - Hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, têkildarî polîtîkayên Tirkiye yên li ser Efrînê anî ziman ku herêma tê dagirkirin dê bi berxwedaniyê bersiv didin.
Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ji bo şermezarkirina polîtîkayên Tirkiye ya li ser Efrînê meşek girseyî pêk anî. Girseya gel li gundê Til Qerah kom bûn û pankartên "Rûsya û Tirkiyê Sûriyê parçe dikin û demografiya wê diguherin", "Meclîsa Antaqê meclîsa xiyanetê ye", "Em bêdengiya navdewletî û kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê şermezar dikin", "Şehba dê her tim piştgiriya berxwedaniya Efrînê bike", "Bê Efrîn jiyan nabe", "Welatê min li min vegerînin û Mayîna me li Şehba berdewamkirina berxwedaniya Şehba ye" vekirin. Xwepêşanda ji gundê Til Qerahê dest bi meşê kirin û heta kampa Serdemê meşiyan. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên "Bijî Berxwedaniya Serdemê", "Bijî berxwedaniya YPJ/YPG`ê" û "Na ji bêdengiya navdewletî re" hatin berzkirin.
Di berdewamiya xwepêşandanê de Hevserokê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî û got: "Kî ji bo azadî û demokrasiyê destbi şoreşê kiriye û kî xwe welatiyê Sûriyê dibîne divê piştgiriya berxwedaniya Efrînê bike. Efrîn parçeyekî ji Sûriyê û Tirkiyê û çeteyên wê ji Sûriyê parçe kirine. Em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û guhertina wê ya demografiya herêmê li ber xwe bidin û Efrîn rizgar bikin."
Rêveberiya Kongreya Star Emîne Dengêlî axivî û got: "Efrîn dê bi berxwedaniya gelê xwe rizgar bibe”. Hevserokê Kantona Şehba Îmad Dawûd jî di xwepêşandanê de axivî û got: "Polîtîka ku dagirkeriya Tirk û Rûsya li hemberî gelê Efrînê dide meşandin şerê taybet e. Ew li beramberî hemû dewletên navdewletî demografiya Efrînê dide guhertin û dîsa dewletên navdewletî li hemberî wê bêdeng e. Ev yek diyar dike ku li hemberî herêmên me komplo û pîlansaziyeke fereh tê kirin”. Xwepêşanda bi berzkirina dirûşmeyên berxwedaniya Efrîn silav dikin, bi dawî bû.