AYDIN - Serê sibê li Aydinê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan serê sibê li navçeyên Efeler û Nazîllî yên Aydinê di ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna malan, Sekreterê Partiya Kedê (EMEP) a Aydinê Yoldaş Taş, endamê Ciwanan a EMEP’ê Kazim Dogan, Erkdarê Sendîkaya Turk Metalê Îsmaîl Dogan û endamên Kampusa Pîrebûkan û Xwînerên Kaldiraçê jî dinavê de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Aydinê û hinceta binçavkirina wan nehat zanîn.
Li aliyê din, di 28’ê Nîsanê de li Denîzliyê jî polîsan bi ser malan de girtin û 5 kes binçav kiribûn. Lêpirsîna her 5 kesan ên li Midûryeta Polîsan berdewam dike.