Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî û got ku dê li gel muxalefeta civakî xetekê ava bikin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan û Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HEDEP’ê Yuksel Mutlu û şandeya pê re li Enqereyê çûn serdana rêxistinên elewiyan. 
 
Bakirhan û şandeya pê re ji ewil çûn serdana Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û piştre jî li gorî rêzê çûn serdana Federasyona Elewî Bektaşî û Komeleyên Çandê yên Elewiyan. 
 
BAL KIŞAND SER PIRSGIRÊKA KURDAN Û ELEWIYAN 
 
Bakirhan û şandeya pê re ji hêla nûnerên rêxistinên elewiyan ve hatin pêşwazîkirin. Bakirhan, bal kişand ser civînên bi gel re hatine kirin û wiha got: “Me xeta xwe bi girseya xwe re, bi kirdeyên karê xwe re nîqaş kir. Piştî kongreyê jî me bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û muxalefeta civakî re hevdîtin dan destpêkirin. Ji vê armanca me ew bû ku bi van derdoran li ser tiştên em bikarin bi hev re bikin biaxivin. Li vî welatî pirsgirêka kurd nehat çareserkirin û di mijara daxwaza hemwelatiya wekhev a elewiyan de jî tu gav nehatin avêtin.” 
 
DESTÛRA BINGEHÎN A 85 MILYONAN DI NAVA XWE DE DIHEWÎNE 
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser nîqaşên di navbera Dadgeha Bilind û AYM’ê de û ev tişt anî ziman: “Beriya vê nîqaşê jî li ser Destûra Bingehîn a nû nîqaş dihatin kirin. Kesên li rexekî qala makeqanûneke nû dikin, li hêla din ketine pey amadekirina makeqanûneke girêdayî qesrê û yekzilamî. Li dijî vê; hewcehî bi destûreke bingehîn a elewî, kurd, kedkar û bindest jî di nav de tevahiya 85 milyonan digire nav xwe were amadekirin.”
 
‘EM Ê XETEKÊ AVA BIKIN’
 
Bakirhan, anî ziman ku ji bo vê rewşê hewcehî bi hevparîbûnê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî me êdî dema wê hatiye ku em diyar bikin bê ka em çi dixwazin. Em dixwazin ji bo pêvajoya pêş pêşniyarên we guhdar bikin. Di hevdîtinên bûdçeyê de ji bo nîjad û baweriyên cuda parek nayê veqetandin. Gelemperî ji bo şer tê veqetandin. Di rojên pêş de em jî dê li gel muxalefeta civakî xetekê ava bikin û ji her alî ve bi hev re bin. Di vê mijarê de fikrên wê yên hêja ji bo me girîngin.” 
 
‘PIŞAFTIN ZÊDE PÊŞ KET’
 
Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Mûstafa Aslan jî bal kişand ser rewşa Dadgeha Bilind û AYM’ê û wiha got: “Ya ku Dadgeha Bilind dike, darbeya darazê ye. Di serî de elewî û kurd, gelek derdorên civakî li vî welatî tune tên hesibandin. Li welêt hiqûq û edalet tune ye û daxwaza tune tên hesibandin. Li hêla din polîtîkayên pişaftinê yên li dijî elewiyan zêde bûne. Serokatiya Çand û Cemxane ya Elewî Bektaşî ya girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê hate avakirin. Tevî hemû îtîrazên me jî mixabin bi destê vê saziyê lez dan polîtîkayên pişaftinê. Civak xizan kirin û niha dixwazin bi rêya kar-nan teslîm bigirin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê yekê bidome.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ KIR 
 
Aslan, da zanîn ku dê di 10’ê kanûnê de bi dirûşma “Li Stenbolê perwerdeya laîk û mirovane û Tirkiyeya demokratîk” mitîngê li dar bixin û banga tevlibûnê kir. 
 
Nûnerên saziyên pêkhateyên ABF’ê jî bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî û gotin ku divê muxalefeta civakî hev bigire. Nûneran bang li nûnerên din ên muxalefeta civakî kirin ku di vê mijarê de ew jî gavan biavêjin. 
 

Sernavên din

21/04/2024
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye