COLEMÊRG – Li Colemêrgê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran belavok li gel hatin belavkirin û vexwendin pîrozbahiyê.
Wek her bajaran dê sibê li Colemêrgê jî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi pêşengiya KESK û DÎSK’ê dê bê pîrozkirin. Dê sibê saet di 11.00’an de li Qada Bazara Gel bê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya sibê li nevenda bajêr li gel belavok hatin belavkirin û ew vexwendin pîrozbahiyê. Serokê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Suleyman Aşkan daxuyaniyek kurt da û got: “Li dijî kedxwariyê, feqîriyê, faşîzmê, em ji bo ked, aştî, wekhevî û azadiyê sibê li qada 1’ê Gulanê bin. Em hemû dostên xwe yên kedkar, karker û gelê xwe vedixwînin pîrozbahiyê.”