NAVENDA NÛÇEYAN - Greva kasipkar û esnafên bajarê Bane û Ciwanro yên Îranê di roja 16’an de berdewam dikin, dest bi çalakiya vedana kon kirin.
Greva kasipkar û esnafên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Çalakiya ku destpêkê li bajarê Bane û Ciwanro destpêkir, belavî hemû bajar û navçeyên sînorê Rojhilatê Kurdistanê bûn. Îro 16 roje kasipkar û esnafên Rojhilatê Kurdistanê, li hember girtina sînorên kasipkar û giraniya nirxê bac û gomrikê di nava çalakiyê de ne. Çalakvanan îro jî çalakiya xwe dewam kirin. Li bajarê Baneyê çalakvanan kon veda. Çalakvan didin diyarkirin ku heya sînorên ji bo bazirganiya welatiyan neyê vekirin ewê çalakiya xwe dewam bikin û dikan û bazarê jî venekin. Her ku diçe hêrsa gel a li hemberî bêdengiya hikûmeta Îranê zêde dibe. Roj bi roj çalakî mezin û belavî deverên din dibe. Çalakvan dibêjin ewê çalakiyên xwe dewam bikin û li ser şeqaman ranebin.