ŞEHBA - Bi sedan şêniyên Efrînê û kantona Şehbayê li dijî polîtîke û tundiya Tirkiyê ya li ser axa Efrinê meşiyan.
Bi sedan şêniyên Efrînê û Şehbayê, bi armanca şermezarkirina polîtîka û kiryarên Tirkiye ya li ser Efrînê, di saetên serê sibê de berê xwe dan gundê Til Qerah û meşiyan. Bi sedan kesên li Gundê Til Qerah kom bûn, heta kampa "Serdem" a li gundê Sosîn meşiyan. Di meşê de, alên YPG, YPJ, TEV-DEM‘ê, Kongreya Star û Meclîsa Kantona Şehbayê hatin hildan. Di meşê de pankartên "Rûsya û Tirkiyê şirîkên parçekirina Sûriyê û guhertina demografiya Efrîn û Xûta ne", "Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e", "Sûcên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî sivîlên Efrînê rawestînin", "Bêdengiya civaka navdewletî û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li Efrînê şermezar dikin" û "Gel Şehbayê piştgiriya berxwedana Efrîn ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê didomîne" hatin vekirin. Piştî meşê axaftin hatin kirin.