AMED – Ev der navbera Deriyê Çiyê û Deriyê Navîn ên bircên Amedê ye. Bihar û jiyan li vir zindî bûye. Li aliyekê bêhna biharê belav dibe, li aliyê din li ber bircan jî xew xweş dibe. Du zarok serê sibê li ber bircan ku tîrêjên rojê dane ser wan, serê yekî li ser zikê yê din e û razan e. Zarokên ku li ber bircên dîrokî ketine xew tama xewa baharê derdixin.
Wêne: MA / Bîlal Guldem