STENBOL – Heyeta dadgehê xwest dozger mutalaya doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder ku tên darizandin de pêşkêş bike. Dozger ji her yekî re 5 sal ceza xwest.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder di Newroza 2013’an de tev li pîrozbahiya Newroza Stenbolê bubûn. Der barê Demîrtaş û Onder de bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” doz li wan hatibû vekirin. 5’emîn Danişîna dozê ya Demîrtaş û Onder li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyêye hat dîtin. Demîrtaş tev li danişînê nebû û Onder di danişînê de amade bû. Gelek wekîl û rêveberên HDP’ê, rêveberên ÎHD’ê û şandeyên biyanî bi parêzeran dozê şopand. Stûpêça wêneyê Demîrtaş di stûyê kesekê de bû bi hinceta “Li mintiqa girtîgehê qedexe ye” bernedan hundir. Piştî danişîn dest pê kir serokê dadgehê xwest dozger mutala xwe pêşkêş bike. Parêzeran jî îtîrazê rewşê kirin.
Li ser vê yekê serokê dadgehê, biryar da ku bi îdiaya “parêzer diaxivin û pergala danişînê xera dikin” derbixin derve. Leşkeran dora parêzeran girt û heyeta dadgehê cubeyan ji xwe kirin û ji salona danişînê derketin. Pişt re parêzer û yên dozê dişopandin rewşê prsotesto kir û salona dadgehê terk kirin.
LI HER YEKÎ 5 SAL CEZAYÊ HEPSÊ XWEST
Pişt re heyeta dadgehê hat hundir. Dozger mutala xwe aşkere kir û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirin e” li Demîrtaş 5 sal û û li Onder jî 5 sal cezayê hepsê xwest.
Heyeta dadgehê jî biryar da ku di danişînek din de Demîrtaş bi SEGBÎS’ê di dozê de amade be û danişîn taloqî 8’ê hezîranê kir. Dê vê carê danişîn li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê dîtin.