MÛŞ – Danişîna ewil a nûçegihana Ajansa Mezopotamya Seda Taşkin a girtî dihat darizandin hat dîtin. Dadger, Taşkin berneda û berdewama girtina wê da.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin ji ber hevdîtina bi çavkaniyên nûçeyan kiriye û parvekirinên medya civakî li Girtîgeha Sîncanê girtî ye. Danişîna ewil a Taşkin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. Taşkin bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Endama rêxistinê ye” tê darizandin. Piştî Taşkin parastina xwe kir, dadgehê biryara dewama girtina wê da. Danişîn taloqî 2’ê tîrmehê hat kirin.
Nûçegihana me di 20’ê kanûna 2017’an de li Mûşê bi îdiaya “der barê wê de îxbarên micid hene” hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Dozger îtîrazê berdana Taşkin kiribû û di 22’ê çile de li Enqereyê hatibû girtin.