NAVENDA NÛÇEYAN - Bernamzeta parlamenteriyê ya AKP'ê Şerîfe Boz a hat îdîakirin ku di şeva 15'ê Tîrmehê de jinên taxê kom kirin û bi kamyonê daket qada Taksimê bi "xapxapokî' tê sucdarkirin.
Bernamzetên parlamenteriyê yên AKP'ê yên ku demekê wekî "Leheng" û "gazî" hatin pênasekirin, der barê wan de îdîaya "Xapxapok" hat kirin. Kesên ku di 15'ê Tîrmeha serdema hewldana darbeyê de wekî kesên “lehengê 5 tang rawestandin" niha tê gotin ku "kesên Xapxapok" in. Zafer Onaran ê wekî “gazî" hat îlan kirin û pereyekî zêde dan wî, xizmeki wî derket ku kesekî sextekar e. Dîsa yek ji kesên di 15'ê Tîrmehê de wekî gazî hat ilan kirin jî wekî kesê sextetar hat sucdarkirin. Yek ji van kesên ku wekî gazî û leheng hat îlan kirin û piştre wek kesên sextekar hatin suckarkirin bernamzeta parlamenteriyê ya AKP'ê Şerife Boz e.
Bernamzeta parlamenteriyê ya AKP'ê Şerife Boz, di şeva 15'ê Tîrmehê de jinên taxê di qaseya kamyonê de kom kirin û anîn Qada Taksimê.
Dema serlêdan kir jî wekî "Lehenga 15'ê Tîrmehê" hat pênasekirin. Lê der barê Boz de gelek sucdariyên "xapînok û xapxapok" hene. Kurê Mustafa Cambaz ê di 15'ê Tîrmehê de li Çengelkoyê ya Stenbolê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da Alparslan Canbaz îdîa kir ku Boz hîlebaz e.
JI BO BOZ GOTIN XAPXAPOK
Kurê "lehengê" 15'ê Tîrmehê Mustafa Canbaz Alpars Canbaz, di hesabê twitterê yê Platforma Medya Civakî ya bi navê “îxtîyarê wêrek" de ji bo bernamzetê parlamenteriyê ya AKP’ê Boz got “Xapxapok" Canbaz, diyar kir ku amadekariya ku dozê li Boz veke dike.