STENBOL – Li Qada Taksimê ku ji pîrozbahiya 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê re hatiye qedexekirin, ji niha de tedbîrên mezin hatin girtin û qad bi bariyeran hat girtin.
Endam û rêveberên sendîsayên KESK, DÎSK, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endesyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), dê sibê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li gelek bajarên Tirkiye bi tevlêbûna sed hezaran karker û kedkaran pîroz bikin. Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Stenbolê ku ji rêveberên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê pêk dihat ji bo ku mîtîngê li Qada Taksimê piroz bikin serî li Walî û Wezîrê Karên Hundir dan. Lê destûr nehat dayîn ku 1'ê Gulanê li Qada Taksimê pîroz bikin. Tevî qedexeyan gelek kom bang li karker û kedkaran kirin ku li Qada Taksimê pîrozbahiyê pêk bînin.
Beriya pîrozbahiya 1'ê Gulanê ji niha de Qada Taksimê ku li 1'ê Gulanê hatiye qedexekirin tedbîr hatin girtin û bariyer hatin danîn.
Polîsan ji şevê din de barîyer li qadê bi cih kirin û tedbîr stendin ku karker li Qada Taksimê pirozbahiyê nekin.
Polîs û karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji şevê din saet 01.00'an de bi TIR’an bariyer anîn bi cih kirin. Polîs û karkeran li ketina Kolana Îstîklalê û der û dorê Birdariya Komarê û û rêyên diçin qadê bi bariyeran girtin.
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê li aliyê din bang li karker û kedkaran kir ku beşdarî mîtînga ku di 1'ê Gulanê de li Qada Maltepe pêk bînin bibin.
Komîteyê diyar kir ku amadekariyên wan temam bûne û li bendê ye ku di saetên pêş de bernameya sibê aşkere bikin.