HELEB – Hevserokê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeya Demokratîk Mihemed Hemê diyar kir ku polîtîkaya hêzên navnetewî ya ji bo Sûriyeyê bêtir mirin, hilweşandin û koçberî tîne û vê yekê xwe di mînaka Efrînê de jî da nîşandan û ew di nav lêgerîna avakirina platformek kurd, ereb, ermenî, tirkmen, suryanî, çerkez û hemû gelên din bîne ba hev û çareseriyê nîqaş bikin de ne.
Ji bo li Sûriyeyê şerê navxweyî bê çareserkirin, polîkîya hêzên navnetewî bi ser neket. Koalîsyona Netewî ya Sûriyeya Demokratîk dixwaze hemû gelên Sûriyeyê û rêxistinan bîne gel hev û ji bo projeyên çareseriyê biafirîne xwe amade dike. Hevserokê Koalîsyona Netewî ya Sûriyeya Demokratîk Mihemed Hemê anî ziman ku li Sûriyeyê heta niha bi gelek aliyên hundir û navnetewî re hevdîtin kirin e û di rojên pêş de dê gavên pratîk biavêjin.
RIYA ÇARESERIYA GELAN
Hemê diyar kir ku ew aliyên dixwazin şer bi dawî bikin û riyên çareseriyê li pêş bixin û ji bo çareseriyek baş çareseriya siyasî esas digirin. Hemê got ku destê gelek kesan di nav meseleya li Sûriyeyê de hene û dixwazin van hêzan dervayî meseleyê bihêlin û ew xwe bi xwe nîqaş bikin û bingeha çareseriyê ava bikin.
‘KETINE PEY GIRTINA PARA XWE’
Hemê destnîşan kir ku hêzên navnetewî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin qeyrana li Sûriyeyê kûrtir bikin û wiha got: “Di serê van hemûyan de Rûsya tê. Dibêjin ku ji bo çareseriyê hatine, lê bes wan ji bilî xwîn û êşê tu tiştek neda gelên me. Hatina wan a xaka Sûriyeyê ne siyasî ye û bêtir ji bo leşkerî hatin û bi awayek dijwar jî mudaxele kirin. DYA jî li rojhilatê Firatê jî wek leşkerî disekine. Ew jî ji bo berjewendiyê xwe li wir e. Herî dawî Îngîltere û Fransa jî tev li vê lîstikê bû. Dibêjin ku ji bo çareseriya Sûriyeyê ketine tevgerê, lê ev ne rast e. Ew di derdê ku dê çawa para xwe bigirin. Gelên me viya sed sal berê jî dîtin. Niha jî ji wê demê serbixwetir nagirin dest.”
‘EM DI LÊGERÎNA AVAKIRINA PLATFORMEK HEVPAR DE NE’
Hemê da zanîn ku çareseriya qeyrana li Sûriyeyê di destê gelan de ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em di nav lêgerîna platformek kurd, ereb, ermenî, tirkmen, suryanî, çerkez û hemû gelên din hene çareseriyê nîqaş bikin de ava bikin. Wê hemû gelên bi hev re rûnên û çareseriyê li pêş bixin. Me giranî da ser van xebatên xwe. Bi hin derdoran re hevdîtinên me pêk hatin. Ev yek dê bêtir bikeve meriyete. Encama riyên çareseriyê yên hêzên derve diyar e. Mînaka herî dawî Efrîn li ber çavê me ye. Gelan ji war û welatên wan kirin. Bi sed hezaran mirov sirgûn kirin û hin kesên din li ser axa wan tên bicihkirin. Ev yek ji bo gelên Sûriyeyê ji çareseriyê bêtir dijminahiyê û nefret bi xwe re tîne.”
MA / Nazim Daştan