AMED – Polîs Î.M., di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Geverê ji maşîna zirxî li ser welatiyan gule reşandibû û 4 sivîl kuştibûn, 2 sivîl jî birîndar kiribûn. Parêzerên malbatên mexdûr ji dadgehê pirsîn ku der barê polîs de lêpirsîna îdarî hatiye vekirin ya na. Heyeta dadgehê jî bersîva "Wezîrê Karên Hundir belgeyên serkeftinê yê operasyonê şandiye û lê xwedî derketiye" da.
Polîsan di 8'ê Cotmeha 2016'an de li ser Kolana Cengîz Topel a naveçeya Geverê ya Colemêrgê, ji maşîneya zirxî ya kobra gule reşandin. Di bûyerê de Serhat Buldan, Rahmî Safahali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn, Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn. Doza der barê polîs Î. M. de hat vekirin, bi sûcdariya "Bi zanebûn kuştiye" heta 15 salan ceza jê re tê xwestin. Polîsan ji Maşina plakeya wê 30 A 0593 ya bi kodê Orman a aydi Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Colemergê gule li ser sivîlan reşandibû. Polîsan gule ji çeka li ser kuleyê ya maşîneyê reşandibûn. Salek û 6 meh û 22 roj di ser kuştinê re derbas bûn. 14 meh şûnde piştî lêpirsînê dîmenên nû derket holê. Polisê tevgera taybet Î.M., di 8'ê Cotmeha 2016’an de hat girtin. Di daxuyaniyên fermî de wekî “qaza” hat nîşandan. Serdozgeriya Komarê ya Geverê lêpirsîn temam kir û der barê polîs de bi sucdariya “Bi zanebûn bûye sedema kuştinê" ji 3 salan heta 15 salan ceza xwest û doz vekir. Piştî doz hat vekirin bi hinceta ewlehiyê doz li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam dike.
Malbatên mexdûran bi riya parêzer pirsa "Der barê polîsê bersûc de lêpirsîna îdarî hatiye vekirin ya na?" ji heyeta dadgehê pirsîn. Heyeta dadgehê jî bersiv da û diyar kir ku lêpirsîn hatiye vekirin ya na nizanin. Lê Wezareta Karên Hundir, bi belgeyên serkeftin û takdîrê yên ku ji Midûriyeta Giştî ya Polîsan û Serfermandariya Artêşê dane Î.M. bersîv daye. Berê Medûrê Giştî yê Polîsan diyar kiribû ku der barê Î.M. de cezayê dîsîplînê daye.
Wezaretê bersiv da dadgehê ku der barê Î.M. de lêpirsîn nehatiye vekirin û di xezmeta operasyona li Şirnex û Silopiyê de belgeyên serkeftinê stendine. Wezaretê diyar kiribû ku Fermandariya Artêşa Giştî yû Midûryeta Polîsan a Stenbolê û Qeymeqamê Sîlopiyê belgeyên serkeftinê dane Î.M. û wêrekî û lenengî nişan daye.
DER BARÊ BÛYERÊ DE
Polîsan li kolana Cengîz Topel a Navçeya Geverê ya Colemêrgê di 8'ê Cotmeha 2016'an de ji maşîna zirxî gule reşand û 4 welatî kuştibûn. Cenazeyê 4 kesan bi beşdariya hezaran kesan hatibûn definkirin. Polîs Î.M., yê ji maşîna zirxî gule reşand û welatiyên Geverê Serhat Buldan, Aydin Tumen, Nejdet Îşyozu û Rahmî Sefalî kuştin û Şemsettin Kaya û Mehmet Ali Kaya jî birîndar kir serbest hat berdan. Polîs Î.M., yê ji sûcê "Bi zanebûn kuşt" heta 15 salan ceza jêre dihat xwestin, di rûniştina duyemîn de hat berdan. Polîs, di 2'emîn rûniştina dozê de li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat berdan û niha serbest tê darizandin. Tevî dîmenên maşîna zirxî yên kamera hatin destxistin jî polîs serbest tê darizandin.