STENBOL - Dayikên Şemiyê 23 salin li Qada Galatasarayê çalakiyên lêgerîna edaletê pêk tînin û li aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Yek ji Dayikên Şemiyê Zeycan Yedîgol a 97 salî ya li kurê xwe Nurettin Yedigol ê ku 37 salin winda ye digere ye. Zeycan Yedîgol, ku ji ber nexweşiyên xwe û temenê xwe yê mezin êdî nikare biçe Qada Galatasaray û li şûna xwe keça xwe dişîne naxwaze bêyî aqûbeta kurê wê ronî bibe koç bike.
Dayikên Şemiyê ji 21'ê Çileya 1995'an heta niha 23 salin her şemî li Qada Galatasarayê çalakiyan pêk tînin û aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Dayik her hefte roja şemiyê tevî germa havînê û sermaya zivistanê, ba, baran, berf û kele kela germa havînê li hev kom dibin û aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakiya "Faîl diyar in winda li ku ne?" 683 hefte ne li Qada Galatsarayê kom dibin û çalakiyan li dar diwxin. Dayik her hefte Pankarta "Fail diyar in, winda li ku ne?" a wêneyê zarokên wan li ser vedikin û qaranfîl û laçikên spî datînin ser. Yek ji van dayikên Şemiyê dayika Nurettin Yedîgol ê 37 salin winda bûye Zeycan Yedîgol a 97 salî ye. Zeycan 37 salin li kurê xwe digere. Lê di salên dawî de ji ber êdî nexweş e û temenê wê mezin bûye nikare biçe Qada Galatasarayê û aqûbeta kurê xwe bipirse. Li şûna wê keça wê diçe çalakiyê û çîroka Nurettîn Yedîgol ê 26 salî ku di 10'ê Nîsana 1981'an de hat binçavkirin û windakirin dipirse.
Nûnertîn Yedîgol, 37 sal berê li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe hat binçavkirin. Nurettin Yedigol, di pêvajoya îşkenceya 12'ê Îlonê de hat windakirin. 37 salin Nurettin Yedigol winda ye. Di salên 70'î de ji bo zanîngehê hat Stenbolê. Li Stenbolê ji Fakulteya ÎŞletme ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bû. Di serdema xwendekariyê û piştî xwendekariyê de kesek sosyalîst bû. Di 10'ê Nîsana 1981'an de hat binçavkirin û windakirin. Yedîgol dema hat binçavkirin rastî îşkenceya giran hat. Lê piştî demekê êdî agahî jê nehat girtin û hat windakirin.
Piştî Nûrettîn Yedîgol hat windakirin bav Îsmaîl Ji Erzinganê hat Stenbolê û serî li hemû sazî û dezgehên dewletê da. Bav bi salan li kurê xwe geriya lê encam bi dest nexist. Piştî serlêdana malbatê Bav Îsmaîl û dayik Zeycan Yedîgol di sala 1995’an de tevî dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyan kir. Zeycan û Îsmaîl tevî dayikên din her hefte roja Şemiyê li Qada Galatasarayê tev li çalakiyê edaletê bû û aqûbeta kurê xwe pirsî. Bav Îsmaîl di sala 1998’an de bêyî hestiyê kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da.
‘MIN KURÊ XWE ŞAND XWENDİNÊ LÊ WINDA KIRIN'
Dayika 97 sali Zeycan Yedîgol ku 37 salin li aqûbeta kurê xwe digere, diyar kir ku wê kurê xwe ji bo xwendinê şand Stenbolê û wiha got: "Min zanîbûya dê bê windakirin min kurê xwe nedişand. Bila biba şivan û bila nexwenda. Bi salan e ez li Qada Galatasarayê aqûbeta kurê xwe dipirsim. Dema min kurê xwe şand dibistanê min paletî dikir û gêreya bênderan dikir. Gundiyan ji min re digot tu çima vî karî dike. Te xwe perîşan kir. Min jî digot 'Ji bo kurê min bixwîne' Min çi dizanîbû kurê min dê bê windakirin. Min zanîba dê kurê min winda bikin min dê kurê xwe kiribûya şivan.
‘JIYANA KOLEKTÎF FÊRÎ ME DIKIR'
Birayê Nurettin Yedîgol Muzaffer Yedîgol diyar kir ku piştî bavê wî jiyana xwe ji dest da dayika wî li Qada Galatasarayê aqûbeta birayê wî Nûrettîn pirsî. Xwişka Nurettin Sevîm Yedîgol jî wiha got "Dema dayika min diçe qada Galatasarayê hefteyekê nayê ser xwe. Ev atmasfer bandorek mezin li ser wê çê dike. Dema diçe wir hemû hestê wê ji nûve zindî dibin û pir hestiyar dibe. Beriya dayika min nexweş bikeve her dem li ser birayê min zimêr û lorîk digotin. Nînî digotin. Bi salan cilê wî veşartin. Hêj cilê wî li mal in. Wêneyê wî hêj li mal in. Heta sala par jî diçû. Lê êdî ji ber nexweşiyê nikare biçe.
MA / Melike Ceyhan