DÊRAZOR - Berdevkê Fermî yê QSD'ê Kîno Gabriyel da zanîn ku hêzên wan li gundewarên Dêrazorê 4 gundên ku hêzên rêjîma Baas desteser kiribûn vegerandin.
Berdevkê Fermî yê QSD'ê Kîno Gabriyel, têkildarî 4 gundên ku hêzên wan rizgar kiriye daxuyanî da û diyar kir ku hêzên wan li gundewarên Dêrazorê 4 gundên ku hêzên rêjîma Baas desteser kiribûn vegerandin. Gabrîel wiha got: "Hêzên rêjîma Baas êrîşî noqteyên hêzên me yên li gundewarên Dêrazorê kirin da Pêngava Bagera Cizîrê û şerê li dijî terorê asteng bikin. Hêzên me bersiva êrîşê dan. Piştî êrîşê hêzên rêjîmê ragihandin ku wan li gundewarên Dêrazorê 4 gund desteser kirine. Hêzên me noqteyên hêzên rêjîmê li herêmê hedef girtin û her çar gund vegerandin."
Di dema ku hêzên QSD'ê amadekariya domandina Pêngava Bagera Cizîrê dikin, artêşa rêjîma Sûriyê noqteyên QSD'ê li gundewarên Dêrazorê hedef girtin da şerê li dijî terorê ateng bikin. Di vê çarçoveyê de hêzên rêjîmê şevê din û îro di saetên nîvro de noqteyên QSD'ê hedef girtin, hewl dan ber bi herêmên rizgarkirî ve pêşve werin û derbasî 4 gundên rizgarî bûn. Hêzên QSD'ê bersiva êrîşa hêzên rêjîmê da û îro her çar gund ji destê rêjîmê destxistin.