ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta HDP'ê bi girseyî çûn navçeya Sîlopî û gel ziyaret kirin. Heyeta HDP'ê ji aliyê gelê Sîlopiya ve bi dirûşmeya “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat pêşwazîkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, diyar kir ku wan moralek pir mezin ji Sîlopiyê girtine û dê her dera Tirkiye bikin mîna Sîlopiyê û tu carî xerakirina li Cizîr û Şirnexê ji bîr nekin. Pervîn Buldan jî li Geverê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Gera heyetên HDP'ê yên Herêma Botan û Serhedê ku di çarçoveya xebatên Hilbijartina Zordest ya 24'e Hezîranê berdewam dike. Li milekî heyeta HDP'ê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Bûldan û parlamenterên HDP'ê li Gever û Colemêrgê berdewam dike. Li milê din heyeta HDP'ê ku bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî û parlamenterên HDP'ê li Şirnex û Sîlopiyê berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî piştî li Şirnexê bi girseyî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin, derbasî navçeya Sîlopiya bû. Heyeta HDP'ê û Temelli li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopiya bi girseyî û dirûşmeyên “Gelê Silopî bi we serbilind e", “Biji berxwedana Efrinê”, “Em dê bi berxewdanê bi ser bikevin" hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirina bi çepik û dirûşmeyan rêz hat girtin. Temellî, diyar kir ku bi hevre êşên mezin kişandin û êdî dem hatiye ku dawî li van êş û janan bînin. Temellî, anî ziman ku ger li vî welatî HDP hebe hevî heye û azadî heye. Temellî, Dayika Taybet Înan, Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Uyar jî bibîr anî û wiha got: “Em dê tu carî xerakirina Şirnex, Cizîr û Sîlopiyê ji bîr nekin. Bila pirsgirêka kurd çareser bibe ku pirsgirêka betalî û xizaniyê çareser bibe. Bila şer bi dawî bibe ku Efrîn û Rojhilata Navîn bê rizgarkirin." Temelli li hemberî dirûşmeya "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" jî got: "Em dê hemû li dijî faşîzmê mil bidin hev. Em dê bibin kevir û bi serê wan de bibapir. Em dê bibin av û nanê vî welatî û em dê ax û warê xwe bi xwe bi rêve bibin."
Tema Demelî di axivî girsê bê navber dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” berz kir. Temellî, anî ziman ku ew dê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bê navberh kar bikin û li Nisêbîn, Silopî, Cizîr, Şirnex û Geverê bersîvê bidin.
TEMELLÎ MALBATA TAYBET ZIYARET KIR
Sezaî Temelî û heyeta pêre piştî civîna gel çûn malbatên Taybet Înan, Pakize Nayir û Hasan Sanir yên di serdema qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir. Temellî ewil çû malbata Pakize Nayir ku li gel Sêvê Demir û Fatma Uyar jiyana xwe ji dest dan, piştre çû malbata Taybet Înan ku 7 rojan cenazeyê wê li kolanê hat hiştin ziyaret kir. Herî dawî çû malbata Hasan Sanir ê 80 salî ziyaret kir.
BULDAN LI GEVERÊ BI GIRSEYÎ HAT PÊŞWAZÎKIRIN
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî piştî li Colemêrgê bi girseyî hat pêşwazîkirin û civîn pêk anî derbasî navçeya Geverê bû. Pervîn Bûldan tevî heyeta HDP'ê piştî li Colemêrgê bi girseyek mezin û coşek mezin hat pêşwazîkirin û beşdarî civîna gel bû, derbasî Geverê bû. Heyeta HDP'ê û Bûldan li Kolana Cengiz Topel ji aliyê girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Heyeta HDP'ê bi tilîlî û çepikan derbasî avahiya HDP'ê ya Geverê bû. Endam û rêveberên HDP'ê û parlamenterên HDP'ê jî hevkariya wê kirin. Ji ber cih li avahiya HDP'ê nema, girsê li derve Buldan guhdar kir. Ewil Parlamenterê HDP'ê Nihat Akdogan axivî û diyar kir ku ev coşa gel îro pergalê ditirsîne û dê pergalê hilweşîne.
Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî anî ziman ku her çend kolanan li wan qedexe bikin jî dê qedexeyan nas nekin û her dem li kolanan bin û wiha got: "Yek ji bajarê Kurdistanê yê herî zêde li ber xwe dide Gever e. Gelê Geverê di rojên herî zor û zahmet de li têkoşînka azadî û demokrasiyê xwedî derket. Tu carî serî danenî. Em soz didin ku em dê li ewlatên xwe yên li rûmeta xwe xwedî derketin ala wan bilind bikin. Li Geverê yên agir neketiye mala wan tune ye. Ji ber vê yekê hûn ji bo me pir bi qîmet in. Li dijî hemû destkeftiyên kurdan êrîş heye. Niha her der bi maşîneyên zirxî kirine qereqol û dixwazin bitirsînin. Gelê Geverê ji berê de di bin siya çekan de jiya ye. Lê tu carî serî netewand. Ji Tansu Çiller re bîat nekiriye û dê tu carî neke. Di 24'ê Hezîranê de dema hûn çûn ser sindoqê divê hûn înkar û îmhaya li ser gelê kurd bînin bîra xwe. Divê hûn tecrîda li ser Birêz Ocalan bînin bîra xwe. Em hemû bibin yek û bi hevre bersîvê bidin vê pergalê. Em dema çûn ser sindoqê bila Birêz Abdullah Ocalan, Selahattin Demirtaş û hemû wekilên me yên girtî bên bîra me. Em dîsa dibêjin teqez em dê bi ser bikevin. An azadi an azadi."
Civîn bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.