ŞIRNEX - Li herêma Besta operasyona leşkerî hefteyek e didome. Li herêma Besta li dijî barageha leşkerî êrîş pêk hat. Di êrîşê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.
Operasyonên ku li herêma Besta ya Şirnexê di 23'ê Nîsanê de dest pê kiriye berdewam dike. Li herêmê leşkerên li dijî baragehek leşkerî êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de herî kêm leşkerekî jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku piştî pevçûnê operasyona hewayî jî hatiye destpêkirin.