Endamê CPT’ê Restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 11:18 4 Mijdar 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê berê yê CPT’ê Jean-Pîerre Restellînî 3 caran li Îmraliyê serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir. Restellînî diyar kir ku şert û mercên tecrîdê nayên qebûlkirin û got: “Abdullah Ocalan bêyî nîqaş rêberê gelê kurd e, ez azadiya wî dixwazim.”
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di meha 32’yan de dewam dike. 10’ê cotmehê li 74 navendên cîhanê, bi daxuyaniyek hevpar pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin. Ji bo kampanyayê hîna jî peyamên piştevaniyê tên. Piştî ku Abdullah Ocalan hate dîlgirtin, di salên 1999, 2010 û 2013’an de şandeya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa (CPT) çû Îmraliyê. Di nava vê şandeyê de Pisporê Tiba Edlî diktor û hiqûqnas ê Swîsreyî Jean-Pîerre Restellînî têkildarî serdanên Îmraliyê û şert û mercên Abdullah Ocalan di bernameya Rojeva Ewropa (Avrûpa Gundemî) ya Medya Haber TV de bersiva pirsên rojnamevan Serkan Demîrel da.
 
Jean Pîerre Restellînî zêdeyî 30 sal in di bin sîwana Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa de weke pispor dixebite û di navbera salên 2009-2015’an de wezîfeya Serokatiya Komîsyona Neteweyî ya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Swîsreyê jî meşand. Hevpeyvîna ku bi Restellînî re hatî kirin, bi vî rengî ye:
 
 Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin, weke endamê CPT’ê di salên 1999, 2010 û 2013’an de we serdana Îmraliyê kir. Tiştên ku di pêvajoya van serdanan de qewimî, hûn dikarin ji me re bibêjin?
 
Belê, ez ji bo dîtina Abdullah Ocalan sê caran çûm, di her du serdanên min ên dawî de, min girtiyên li cem wî jî dîtin. Serdana yekem sala 1999’an bû, hema bibêje beriya 25 salan bû. Lewma bîranînên min hinekî filû ne. Di hevdîtina me ya destpêkê de, Abdullah Ocalan pir nerehet bû; ji ber ku nû hatibû girtin. Ne dizanî ka em kî ne û armanca me fêm nekiribû ku gelo em ji bo alîkariya wî li wir in yan na. Heta ku hinekî rehet bûyî û qalê bike ka çi jiyan kiriye, çend saet derbas bûn. Ev serdana me ya destpêkê bû.
 
Di serdanên me yên sala 2010 û piştre de, pir rehet bû. Şert û mercên girtîbûnê, hinekê baş bûbûn. Di vê serdana me de, me di demekî kurt de bi wî re têkîliyeke dostane danî. Weke bijîjkekî têkildarî tenduristiya Ocalan, ez bi fikar bûm. Lewma min destûr xwest ku ez tenduristiya wî kontrol bikim. Bi vî rengî min her kes derxist ji derve û bi agahiyên di çarçoveya veşartina tibî de ku niha jî ez nikarim wan agahiyan bidim we, em bi hev re man.
 
Ez ti carî serdana duyem ji bîr nakim. Piştî vê serdanê em weke hevalên baş man. Ocalan kesekî têra xwe sempatîk e.
 
‘ÎZOLASYON ŞÎDETEK TIRSNAK E’
 
Serdana me ya sala 2013’an jî bi heman rengî derbas bû û ji ber ku me hevdû dîsa dît, em bi kêfxweş bûn. Ji ber ku dizanî ez bi Fransî diaxivim, ji min re digot, “My French Doctor”. Ev gotin bi xweşa min dihat. Yanî ger ez bi kurtasî bibêjim; di van hevdîtinên me de eşkere bû ku ew ne mexdûrê şîdetê ye û rayedar muameleyekî xirab li hemberî wî pêk nayînin.
 
Lê şert û mercên ku roja îro têde tê girtin, bi taybetî îzolasyon gelekî zehmet e. Niha bi rengekî tam rewşa çiye, ez nizanim. Lê ji bo her kesê ku tê tecrîdkirin, bêyî derfetê peywendiyê mayîn, di odeyek 4 metreyî de û ji bo bi rêveçûnê sînordar, şîdeteke tirsnak e. Gelek zehmet ku mirov xwe li ber van şert û mercan bigire.
 
 Hûn dikarin hinekê behsa Girtîgeha Îmraliyê jî bikin? Mînak çêkera girtîgehê…
 
Weke hûn jî dizanin, Îmralî giravek bû ku berê gelek kes lê dihate girtin. Di serdana me ya destpêkê de, ji me re gotin ku rayedarên Tirk ji bo ku girtiyek weke Ocalan taybet li vir bigirin, di nava çend hefteyan de hemû girav vale kirin. Girtîgeheke ku ji her aliyê ve hatiye girtin û tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de ye. Li çar aliyên cîhanê min serdana bi sedan girtîgehan kiriye. Nayê bîra min ku min li ti girtîgehan tedbîreke ewlehiyê ya bi vî rengî, dîtiye.
 
‘BEHS DIKIR KU ÇI HÊVIYÊN WÎ JI BO GELÊ WÎ HENE’
 
 Di serdana we de tawrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li hemberî delegasyonê, çawa bû?
 
Di serdama me ya destpêkê, sala 1999’an de Ocalan pir nerehet bû. Di hevdîtinên me yên piştre de, têra xwe xwîngerm bû. Dema ku behsa tiştên jiyan kirî û ji bo wî û gelê wî çi hêviyên wî hene dikir, pir kêfxweş dibû. Piştî zêdeyî 20 salan, min xemgîn dike ku roja îro şert û mercên wî zêde nehatine guhertin.
 
 Di van hevdîtinan de, behsa mijarên polîtîk dihat kirin?
 
Di hevdîtinên me yên yek bi yek de, min destûr dida ku têkildarî polîtîkayê biaxive. Lê divê hûn jî bizanin; her tiştê ku me digot, ji aliyê kamerayên ku li her derê hatibûn bicihkirin ve dihat qeydkirin. Lewma divê ez hinekê baldar bibûma. Mînak dema ez li gel wî, min nedikarî bibêjim ‘bijî Kurdistan’. Dema ez ji hevdîtinê derketibam, dibe ku serê min biketiba belayê. Dibe ku Tirkan nexwestiba ku ez carek din biçim Îmraliyê. Di rewşeke bi vî rengî de, divê ez bêalî mabam. Lewma têkildarî tiştên ku em dibêjin û em çawa tevbigerin de, divê em bi baldar ban.
 
 Gelo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji we re behsa şert û mercên ku li Îmraliyê têde tê ragirtin, dikir?
 
Pêdivî nedidît ku ji me re behs bike, ji ber ku me di serdanên xwe de şert û merc didîtin. Weke şande me hemû sîstema girtîgehê lêkolîn dikir. Di serdanên me de, peywendiyên min zêde bi bijîjkên Ocalan re jî hebûn. Ji ber têkildarî tenduristiya wî, fikarên me jî hebûn. Ji ber ku zêde ciwan nîne, lewma me dixwest ku em teqez bikin ku tenduristiya wî û çêkera tenduristiya girtîgehê baş e yan na. Me dixwest bi bawer bin ku dema tiştek ters çêbû yan jî pêdiviyek a mudaxeleya tibbî çêbû, pêkan e ku wî bilez tahliyeyî keştiyeke leşkerî bikin yan na.
 
Lê ez dikarim vê ji we re bibêjim; rayedarên Tirk girtîgeh wisa ava kirine ku Ocalan bi qezayan re rû bi rû nemîne. Wan nedixwest qezayek bi serê Ocalan were. Ev yek di aliyê siyasî de wê ji bo wan giran ba. Ji ber ku hemû cîhan, şert û mercên girtîbûnê yên Ocalan ji nêz ve dişopîne.
 
‘TIŞTA KU OCALAN LI SER PIYAN DIHÊLE, EW E KU DIZANE GELÊ WÎ LI PIŞT WÎ YE’
 
Dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dikeve sala 25’emîn de. Di şert û mercên Îmraliyê de, derbaskirina 25 salan qet ne hêsan e, ne wisa?
 
Helbet qet hêsan nîne. Li Îmraliyê di aliyê derûnî de li ber xwe dan, gelekî zehmet e. Lê tişta ku Ocalan li ser piyan dihêle, ew e ku dizane gelê wî li pişt wî ye. Dibe ku ji ber vê jî hîna jiyan dike. Dema ku cara destpêkê em çûn serdana wî, em fikar bûn ku rewşa wî ya derûnî têk biçe, întihar yan jî tiştekî cuda bifikire. Lê rewşek bi wî rengî çênebû. Di hevdîtinên me yên piştre de, me dît ku di aliyê zihnî de pir xurt maye.
 
Tevî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in dîlgirtî ye, di şert û mercên Îmraliyê de guhertinekî mezin çênebûye. Nêzî 32 meh in bi ti rengî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Mafê wî yê dîtina malbat û parêzeran, bi temamî jê hatiye standin. Hûn têkildarî şert û mercên tecrîdê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja îro têde tê girtin, çi difikirin?
 
Têkildarî rewşa niha ya Ocalan, gotinên cur be cur hene. Eger mîna we gotiye, nikare bi malbat û parêzerên xwe re ti hevdîtinan bike, ev rewşeke pir zehmet û tirsnak e. Ti guman ji vê yekê nîne. Lê heta ku ez xwe nespêrim çavdêriyên xwe, ez nikarim teqez biaxivim.
 
 Gelo şert û mercên tecrîdê, ma ne binpêkirineke mafên mirovan e?
 
Car din hûn pêşî li nîqaşeke girîng vedikin. Bi salan hepsa hucreyî binpêkirina maf e yan na, ger şaş nebim – ji bo ku ez teqez bikim divê ez kontrol bikim – bûye mijara biryarên ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û saziyên din ên navneteweyî ve hatine dayîn.
 
Hinek dadgehan biryar daye ku kesek bi salan di hepsa hucreyî de bê girtin, dermirovî ye. Lê ez ne bawer im ku Dadgeha Mafên Mirovan têkildarî vê yekê, xwedî biryarek mînak be. Lê ji ber ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wê li gorî rewşa girtîbûna Ocalan be, feyde heye ku em vê kontrol bikin.
 
‘TIRKIYE DIVÊ BERSIVÊ BIDE RAPORA CPT’Ê’
 
 Yekane saziya ku dikare biçe Îmraliyê, CPT ye. Tevî ku herî dawî Îlona 2022’an serdana Îmraliyê kir, tevî hemû daxwazan jî rapora xwe ya têkildarî vê serdanê hîna eşkere nekiriye. Hûn vê helwesta CPT’ê çawa dinirxînin?
 
Heta ku dewleta rayedar bersiva rapora CPT’ê nede, yanî bersiva xwe amade neke û neweşîne, CPT ji ber peymanê nikare rapora xwe biweşîne.
 
Gelek eşkere Kurd vê rewşê derasayî dibînin. Lê mijarekî gelek hesas e ku CPT kengê bixwaze û biçe kuderê. Eger CPT zagonên diyar binpê bike, dewlet hingê dikarin bi gotina “em êdî we naxwazin, hûn peymanê binpê dikin” nerazîbûn nîşa bidin. Ev wê ji bo her kesê bibe rewşekî xirab. Lewma neweşandina rapora serdanê ne kêmasiya CPT’ê ye, kêmasiya rayedarên Tirk e ku bersivên xwe yên têkildarî serdana CPT’ê naweşînin.
 
Tirkiye neçar e ku bersiva xwe ya têkildarî serdana dawî ya CPT’ê li Îmraliyê pêk anî, biweşîne. Em piranî bi vê pirsgirêkê re rû bi rû dimînin. Di Konseya Ewropa de ku bi giştî ji 45 welatan pêk tê, hinek dewletan demildest bersiva xwe ya têkildarî rapora CPT’ê weşand, hinek bi salan li bendê dimînin, hinek jî heta ku li welêt hikûmeteke nû tê avakirin, disekinin.
 
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku CPT di helwesta xwe ya li Îmraliyê de polîtîk e. Li gorî we CPT li hemberî rewşa Abdullah Ocalan di bin zextên siyasî de ma ye?
 
Dema ku hûn dibin endamê komîteyek ku rexne dike, tê fêm kirin ku dewletên ku têne rexne kirin pir caran nerazî ne. Ev pir zelal e. Lê belê îdiaya ku CPT’yê ji ber zextên siyasî hene nikare xwe îfade bike, argûmaneke ku tu carî nehatiye îsbatkirine. CPT her tim daneyên ku ji girtîgehan bi dest xistiye, bi peymanên ku mecbûr e li gorî xwe bigire ber çavan.
 
Tirkiye welatekî ku Konseya Ewropayê û gelek peymanên navneteweyî yên ku mecbûr e bi cih bîne, îmze kiriye. Tevî vê yekê ne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran girtiyên siyasî jî li girtîgehên Tirkiyeyê di bin şert û mercên gelekî giran de tên ragirtin. Ma pêkanînên Tirkiyeyê ne di çarçoveya binpêkirina van peymanan de ne?
 
Erê teqez wisa ye. Ev binpêkirin ne tenê bi girtiyên siyasî re, bi rewşa giştî ya gelê Kurd ve girêdayî ne. Min gelek caran serdana herêma Kurdistanê kiriye. Cara ewil 40 sal berê çûbûm, wê demê Kurd ji aliyê Tirkan ve weke çiyayî dihatin dîtin û gelek caran wek welatiyên çîna duyemîn dihatin dîtin. Îro jî binpêkirinên mafan ên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd dewam dikin.
 
'JI ABDULLAH OCALAN Û AZADIYA WÎ DITIRSIN'
 
 Li gorî we şerê ku dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd dide meşandin û tecrîda li ser Ocalan bi hev ve girêdayî ne? Tecrîd parçeyek ji şerê li dijî gelê Kurd e?
 
Belê wisa ye. Ji ber ku ji Ocalan ditirsin. Dizanin ger Ocalan azad bibe wê çi guhertin çêbibe, ji ber vê ditirsin. Ne tenê Tirk, welatên din ên ku Kurd lê dijîn jî ji Ocalan ditirsin. Ew bi fikar in ku ger Ocalan azad bibe, ew ê kurdên van welatan bikin yek. Ew vê rewşê û azadiya Ocalan ji bo xwe weke xeteriyekê dibînin.
 
'RAMANÊN ABDULLAH OCALAN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD GIRÎNG IN'
 
 Wek kesekî ku we Abdullah Ocalan ji nêz ve nas kiriye, hûn dixwazin li ser rol û ramanên Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de çi bibêjin?
 
Ez di wê baweriyê de me ku wê demeke ku ji pirsgirêka kurd re çareserî were dîtin. Nayê înkarkirin ku pirsgirêka Kurd jî dibe sedema nîgeraniyên di astên mîna pirsgirêka Filistîn-Îsraîl ya îro de. Pirsgirêkek e ku divê were çareser kirin. Lê ez wisa difikirim ku Ocalan "bavê" gelê kurd e, yanî rêberê gelê kurd e û dê wisa bimîne û fikrên wî ji bo gelê kurd û çareseriya pirsgirêka kurd gelek erênî û girîng in.
 
Pirsgirêk ev e ku gelek welat vê nêrînê parve nakin. Ev rewş tengezariyê çêdike û mixabin ev alozî tenê bi rewşa gelê Kurd re sînordar namîne, li cîhanê gelek rewşên ku hûn weke gelê Kurd dijîn hene.
 
'TI BERSIVA PÊNASEYA TERORÊ NÎNE'
 
 Tirkiyeyê Abdullah Ocalan weke Rêberê PKK’ê ku wek rêxistineke “terorîst” pênase dike dît û darizand. Hûn dixwazin li ser vê pênaseya “terorîzmê” çi bibêjin?
 
Beriya her tiştî divê mirov bipirse terorîst çi ye. Dema ku ez endamê CPT’yê bûm, min dengê xwe da pêşnûmeya qedexekirina bikaranîna têgeha “terorîst”, ji ber ku ev gotin bi serê xwe ti wateya xwe nîne. Gelek caran ji bo danasîna bikaranîna şîdetê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê, di rastiyê de, her şer dikare wekî terorîzmê were pênase kirin. Terorîzm, weke ku îro tê pênasekirin, weke rêbazek ji bo biçûkxistina komek mirovan tê bikaranîn.
 
Mînak, ger hûn ji bo rizgariya welatê xwe şer dikin, dibe ku hûn wekî terorîst werin binavkirin. Fransiyên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji bo parastina welatê xwe li ber xwe dan, weke terorîst hatin dîtin. Bi heman awayî, Çeçenên ku li dijî Rûsan şer kirin wek terorîst hatin binavkirin.
 
Bi kurtî, gava ku hûn li dijî tiştekî bisekinin û ji bo parastina welatê xwe çek hilgirin, hûn dikarin wekî terorîst bên binav bikin. Ji ber vê yekê ev têgîn bi rastî ti wateyek an hevwateya wê tune.
 
'BIRYARA YE'YÊ YA PKK'Ê SIYASÎ YE'
 
Bi vê pirsê ve ez dixwazim li ser biryara Yekîtiya Ewrûpayê ya ku PKK’ê wek “rêxistineke terorîst” dibîne jî bipirsim. Hûn vê biryarê çawa dinirxînin?
 
Vê biryarê min matmayî kiribû. Li vir ez dixwazim îfadeya we ya ku hûn ji bo CPT’yê bikar tînin bi kar bînim. Dibe ku di girtina vê biryarê de zextên siyasî li ser Yekîtiya Ewropayê hatibin kirin an jî biryareke siyasî hatibin girtin. Bi rastî ez matmayî mabûm ku YE’yê biryareke wiha girtibû.
 
'PÊWÎST E TÊKILIYA GIRTIYAN A BI CÎHANA DERVE RE BÊ PARASTIN'
 
 Weke endamekî CPT’yê we bi sedan girtîgehan ziyaret kir û li ser çavdêriyên xwe yên li van girtîgehan pirtûkek nivîsand. Li gorî we şert û mercên herî giran li kîjan girtîgehê ye, hûn Girtîgeha Îmraliyê li ku derê wê dibînin?
 
Li gorî krîterên girtîgehan diguhere. Her wiha min serdana girtîgehên li Afrîqaya Navîn û Bakurê Afrîkayê kir. Li Afrîqaya Navîn girtîgeh hene ku girtî ji birçîna dimirin, bi taybetî li welatên germ girtî ji ber ku nikarin li hundur razên û neçar in şevê li derve li ber pêşûyan derbas bikin. Zehmet e ku mirov girtîgehên herî xirab kategorîze bike, ji ber ku ew jî bi berxwedana girtiyan ve girêdayî ye. Kesekî ku ji aliyê derûnî ve xurt e û ji aliyê fîzîkî ve bi tendurist be, wê li girtîgehê ji yên di van aliyan de kêmtir bi şens e, tehemûl bike.
 
Beriya her tiştî ev demeke dirêj e ku ez neçûme Îmraliyê. Ji ber vê yekê ez li ser bingeha serdana xwe ya paşîn a sala 2013’an diaxivim. Li gorî şert û mercên ku min di wê serdanê de dîtin, şert û mercên wê demê yên Îmraliyê ne ewqas xerab xuya dikirin. Wê demê destûr hat dayîn ku Abdullah Ocalan bi girtiyên din ên li girtîgehê re hevdîtinê bike, werzîşê bike û çapemeniyê bişopîne.
 
Ji bo girtiyekî girîng û esase ku bi hevrêyên xwe yên têkoşînê yên li girtîgehê re têkildar be, beşdarî çalakiyên werzîşê bibe, geşedanan bişopîne, bi cîhana derve re têkildar be, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di sala 2013’yan de Abdullah Ocalan xwedî vê derfetê bû.
 
'ŞERT Û MERCÊN HEYÎ YÊN ÎMRALIYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN'
 
Gelek ji van mafên ku we di sala 2013’yan de şahidî jê re kiribûn, weke mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re, yanî têkiliya wî ya bi derve re, bi temamî ji dest hate girtin. Dîsa li gorî îfadeyên parêzerên wî gelek mafên Abdullah Ocalan ên li girtîgehê hatine desteserkirin. Ji ber vê yekê ez dixwazim dîsa bipirsim. Ma ev ne binpêkirin in?
 
Ger rewş wek ku te behs kir be, qet nayê qebûlkirin. Mînak dema me di sala 1999’an de cara yekem çû serdana Ocalan, şert û mercên girtîgehê nebaş bûn û CPT’yê fikarên xwe ji rayedarên dewleta Tirk re ragihand û xwest ku ev şert bên guhertin. Rayedaran gav bi gav hin aliyên şert û mercên girtîgehê guhertin. Ji ber vê yekê, eger şert û mercên Ocalan ên niha vegere rewşa sala 1999'an, divê ev rewş ji bo CPT'yê û li gorî min neyê qebûlkirin.
 
'DIKARE HEMAN PÊVAJO MÎNA YA MANDELA PÊK WERE'
 
 Weke ku hûn jî dizanin, rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela piştî 27 sal dîlgirtineke dijwar hat azadkirin. Di pêvajoya ku Mandela ber bi azadiyê ve çû, rola civaka navneteweyî girîng bû. Hûn di navbera rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mandela de ti wekheviyê dibînin? Civaka navneteweyî dikare di azadkirina Abdullah Ocalan de rol bilîze?
 
Erê teqez wisa ye. Ev yek ji wan mijaran bû ku dema min bi Ocalan re hevdîtin kir gelek caran me li ser axivî. Min behsa mînaka Nelson Mandela kir, ango Mandela ku di serî de welatê wî ew weke “terorîst” didît, çawa hat berdan û paşê her tim hêviya xwe domand û çawa bû serokê welatê xwe. Em dikarin behsa wekheviyên rewşa Ocalan û rewşa Mandela bikin. Heman pêvajo ji bo Ocalan jî dikare pêk were.
 
'CIVAKA NAVNETEWEYÎ DIKARIN JI BO AZADIYA OCALAN ROL BILÎZIN’
 
Gelo civaka navneteweyî dikare ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavan bavêje?
 
Helbet civaka navneteweyî dikare ji bo Ocalan tiştekî bike. Lê belê, niha di hawîrdora tengezarî ya navneteweyî de ku em tê de ne, ez bawer nakim ku ev yek bibe pêşanî, bi kêmanî ji bo raya giştî ya navneteweyî. Lê helbet dikarin ji bo Ocalan tiştan biguherînin.
 
 Gelo Neteweyên Yekbûyî nikare di guhertina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rola xwe rabe?
 
Belê, dibe ku Neteweyên Yekbûyî (NY) midaxeleyî rewşa Ocalan bike. Dibe ku Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li dijî Êşkenceyê jî bi rewşa Ocalan re eleqedar bibe. Li ser vê esasê dibe ku dengek hatibe bilind kirin.
 
'DIVÊ ÇALAKIYÊN XWEDÎDERKETINA ABDULLAH OCALAN DEWAM BIKIN'
 
Siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan û sendîkayên navdar ên cîhanê jî di nav de ne, di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Hûn dixwazin li ser vê kampanyayê çi bibêjin?
 
Ev rewşek girîng e. Pêwîst e kampanyayên bi vî rengî berdewam bikin. Mînak nobeta azadiya Ocalan a li Strasboûrgê li nêzî Konseya Ewropayê hate danîn jî çalakiyeke girîng e. Pêwîste çalakiyên ji bo xwedîderketina Ocalan berdewam bikin.
 
 Îro Abdullah Ocalan weke Rêberê gelê Kurd tê dîtin û di statuya nûnertiya 40 milyon gel zêdetir dike de ye. Tevî vê yekê jî 25 sal in li welatekî ku ji aliyê gelek kesan ve weke rejîma dîktator tê binavkirin, di bin desthilatdariya Erdogan de ye. Li gorî we ji bo guhertina van şert û mercên ku Ocalan tê de ye çi dikare were kirin?
 
Helbet pêwîst e zextê li Erdogan bikin û ji bo guhertinê her tiştî bikin. Lê ez nizanim em dikarin zêdetir çi bikin. Bi dîtina min pir girîng e ku mirov çalakiya xwe bidomînin û beriya her tiştî Ocalan ji bîr nekin û xwedî lê derkevin.
 
 Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek we heye?
 
Ez dubare dikim; Ocalan, bê nîqaş bav û Rêberê gelê Kurd e. Ji ber vê yekê, eger bav û Rêberê we yê dîlgirtî hebe, hûn dixwazin xwedî li wî derkevin. Ji ber ku têkiliyeke min a gelekî dostane û heta bi sempatî bi Ocalan re heye, ez bi xwe dixwazim ku di zûtirîn dem de ji girtîgehê derkeve û azad bibe. Ev daxwaz ji bo min pir zelal e.
 
Dubare dikim, bi dil û can dixwazim ku Ocalan azad bibe û ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de ez wî li dewleta wî ya Kurdistanê ziyaret bikim." 
 
JEAN-PÎERRE RESTELLÎNÎ KÎ YE? 
 
Jean-Pierre Retellini doktor û Hiqûqnasê Swîsreyî ku zêdetirî 30 salan di Komîteya Ewropa ya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê de wek pispor xebitî. Retellini ku demeke dirêj Serokê Daîreya Tibê ya Girtîgehên Cenevreyê kir, di navbera salên 2009-2015'an de jî di heman demê de bi xebatên xwe yên di nava CPT'yê de Serokatiya Komîsyona Neteweyî ya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Swîsreyê jî kir.
 
Jean-Pierre Retellini ku di nava CPT’yê de bi sedan girtîgehên cîhanê ku di serî de Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de dîl tê girtin ziyaret kir, pirtûkek bi navê "Rojnivîskên Rêwîtiya Bijîşkekî ku li girtîgehên Ewropayê çavdêriya tenduristiyê dikir" jî heye.
 
 

Sernavên din

13/04/2024
15:00 Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:00 Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan xwestin faîlên Dagli bên darizandin
13:40 Odeya Endezyarên Makîneyê: Kontrolên teleferîkê nehatine kirin
13:28 Teleferîk ji ber hezazê şikestiye!
13:25 Gultekîn ê Fransayê radestî Tirkiyeyê kiribû hate girtin
13:15 Li Avûstralyayê eriş: 5 kes mirin
11:58 Xelkê Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû diyar kir
11:54 Qezaya teleferîkê ya li Antalyayê: 128 kes hatin tehliyekirin
11:14 Li Mêrdînê ji bo nan ji sedî 33 zem hate kirin
10:56 Ji NÇM’ê atolyeya tembûrê
09:39 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:26 Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:09 172 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:07 Jina rastî destdirêjiyê hat: Piştevaniyê hêz da min, heya hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim
09:04 Rojnamevan Işik: Erdogan, di hevdîtinên navneteweyî de li tiştekî xwe lê bigire digere
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2024'AN
08:38 Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin
12/04/2024
20:01 3 kes ji ber teqîna mayinan mirin
19:21 Hevşaredarên Licê mazbataya xwe girtin
16:30 Tehliyeya Alî Şen ê 30 sal in girtî ye cara duyan hate taloqkirin
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
15:50 Weqfa Mezopotamyayê kursa bisertfîka ya folklorê û edebiyata gelêrî dide destpêkirin
15:28 Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: Berxwedana we hêviyê dide me
13:48 DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir
13:23 Hejmara filistîniyên jiyana xwe ji dest dayîn 33 hezar derbas kir
13:23 Hatîmogûllari çû serdana malbatên Hatayê
12:44 Bîlançoya 6 rojên betlaneya cejnê: 48 kes mirin
12:34 Piştî cejnê ji bo ATM’ên bankan serdemeke nû dest pê dike
12:28 NY’ê di mijara endamtiya tam a Filistînê de lihev nekir
11:02 Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:24 Xelkê Mexmûrê ji bo hilbijartina hevşaredarên nû çû ser sindoqê
10:10 MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî: Fikr û ramanên wê rê nîşanî me didin
09:44 Li Meletiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
09:10 Berxwedana girtiyan di roja 138’an de didome
09:07 Ji rojnameger Silêman Ehmed 171 roj in agahî nayên girtin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:05 Zanyarê Siyasetê Aksoyoglu: Wan ji bo muxalefetê ezmûn ji bo îktîdarê jî paşvegav avêtin bû
09:03 Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
09:01 Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn
09:00 ROJEVA 12’Ê NÎSANA 2024’AN
11/04/2024
23:57 Li Xezayê êrişeke nû hate destpêkirin
22:27 Piştî 30 salan hate berdan
21:48 Xebatên yekitî û çareseriyê yên partiyên kurd didomin
21:14 Nobeta Edaletê: Kurd berxwedanekî dîrokî didin
19:57 Rêxistinên gel ên demokratîk serdana Şenyaşarê kirin
19:10 Li PE'yê Konferansa Tecrîdê: Divê li dijî tecrîdê torekî navneteweyî were avakirin
18:54 Îsraîl li dijî Îranê tatbîqata şer pêk anî
18:34 Cezayê pere li Amedsporê birîn
16:37 Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Serokê YSK’ê Yener: Dê li 4 cihan hilbijartin ji nû ve bên lidarxistin
16:25 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Dusseldorfê di 25’ê nîsanê de dest pê dike
16:08 Li Agiriyê ava rûbarî rabû mal di bin avê de man
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
15:00 Eşîrên Kurdistanê: Li ser sifreya kesên xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin ne rûnin
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
14:08 Partiyên siyasî bi boneya cejnê DEM Partî ziyaret kirin
13:41 Hevjînên iraqî yên du zarokên êzidî kiribûn kole li Almanyayê hatin girtin
13:35 Hatîmogûllari: Ji bo pirsgirêka kurd divê deriyên guftûgoyê bên vekirin
13:27 Şaredarî dê ji bo maça Amedsporê li bajar ekranên ledê dane
12:44 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:26 Nîkaraguayê konsoloxaneya xwe ya li Berlînê girt
12:04 Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin
12:03 PE’yê peymana koçberiyê erê kir
11:44 Ji ber sûcê ‘îstîsmarkirina zarokan’ zêdetirî 31 hezar dosya hatine vekirin
10:46 Rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de mezin dibe
10:30 Li Behra Spî keştiya penaberan noq bû: 8 kes mirin
10:13 ‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
09:11 Der barê jina ku êrişî HDP û Partiya Çepên Kesk kir doz hat vekirin
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:05 170 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî nayên girtin
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN
10/04/2024
20:26 Ji çalakgerên Cenevreyê bang: Em 15'ê Nîsanê li Strasboûrgê bin
19:46 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye
18:50 Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan gihaşt 16'an
18:47 15 kes hatin binçavkirin
16:42 Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin
16:21 Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket
15:14 Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
14:42 Parastina Demîrtaş a di Doza Kobanê de kirin pirtûk
14:06 MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
13:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin
13:12 Li Şaredariya Ceyhanê 287 kes ji kar hatin derxistin
13:10 37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin
12:19 Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî
11:07 Aytun Çiray: Erdogan, Meral Akşener şandibû nav Maseya 6 Ling
10:59 Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin
10:44 Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn
10:19 Ji hevserokên giştî yên KCD, DEM Partî û DBP’ê peyamên Cejna Remezanê
10:14 Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
09:41 Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin
09:24 Bi biryara nûkirina hilbijartinên Curnê Reş, qeyûm tayînî şaredariyê kirin
09:23 Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê
09:01 Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye