STENBOL - Komîteya Amadekar kesên di 1’ê Gulana 1977’an de li Hevraza Kazanci ya Taksîmê hatin qetilkirin bibîr anî. Komîteya Amadekar, bal kişand ser hilbijartina zordest û got: “Kedkar û karker dê ji bo ked, maf, demokrasî û aştiyê, di 24’ê Hezîranê de bersiva pêwîst bide îtîfaqa AKP û MHP’ê.”
Komîteya Amadeker a 1’ê Gulanê ya Stenbolê, 35 kesên di 1’ê Gulan 1977’an de hatin qetilkirin li Hevraza Kazancî ya Taksîmê bibîr anî. Di bîranîn de pankarta 1’ê Gulanê hat vekirin û bênavber dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” hatin berzkirin.
Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, axivî û wiha got: “Îsal Tirkiye di 1’ê Gulanê de, di pêvajoyek girîng re derbas dibe. Hewl didin hemû derdorên demokratîk ên Tirkiyeyê ji holê rakin. Kedkar û karker dê ji bo ked, maf, demokrasî û aştiyê, di 24’ê Hezîranê de bersiva pêwîst bide îtîfaqa AKP û MHP’ê.”
Piştî axaftinan girseyê qûrnefîl danîn cihê Hevraza Kazancî û dûre berê xwe dan Şişhane ya Mehmet Akîf Dalcî yê di 1’ê Gulan 1989’an de li Kolana Taksîmê gava belavok belav dikir de, jiyana xwe ji dest. Girseyê qûrnefîl danîn li cihê Dalci jiyana xwe ji dest da û piştre derbasî Kadikoyê bûn û Hasan Albayrak, Dursun Odabaş û Yalcin Levent ên di 1’ê Gulana 1996’an de hatin qetilkirin, bi bîr anîn.