WAN - Nûçegihana me ya girtî Seda Taşkin danişîna wê ya destpêkê sibe tê dîtin. Parêzerê Taşkin Gulan Çagan Kalelî, diyar kir ku dixwazin dosyeya wê bi nûçên di çapemeniya mûxalîf de cih girtin de bi nepixînin.
Nûçegihana me Seda Taşkin, di 20’ê Kanûna 2017’an de li Muşê bi îdîaya derbarê wê de “Îxbarek cîdî heye” hat binçavkirin û piştî binçavkirina 4 rojan bi şertê “Kontrola edlî” hatibû berdan. Li ser îtîraza dozger Taşkin di 22’yê Cile de li Enqerê cardin hat binçavkirin û bi SEGBÎS’ê beşdarî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Bedlîsê bû. Dadgehê bi îdîaya “Endama rêxistinê” Taşkin girt û şand girtîgehê. Taşkin li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin. Yekem danişîna doza Taşkin a bi îdîaya “Endamê rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” a hat vekirin sibe di Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûşê dê bê dîtin.
‘DI DOSYAYÊ DE DELÎLEK JÎ TUNEYE'
Parêzera Taşkin Gulan Çagan Kalelî, diyar kir ku destpêkirina lêpirsîhê, binçavkirin û karê dest danîna ser amûrên wê ji derveyî usûlê pêk hatin. Kalelî, da zanîn ku gava ew li naveroka dosyayê mêze dikin, delîlekê ku bê sûcdar kirin tuneye û wiha got: “Di hemû îfadeyên heyîn de dixwazin polîtîkaya weşana Ajansa Mezopotamya tewanbar bikin. Dosye li ser vê yekê hatiye amade kirin. Dixwazin dosyayê bi nûçeyên di çapemeniya mûxalîf de derketin bi nepixînin. Di dosyayê de delîlek bi tenê jî tuneye ku Taşkin bê sûcdarkirin.”