COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Colemêrgê axivî. Buldan, diyar kir ku divê ew hemû partiyên tabelayan vala vegerînin û wiha got: "Gelê Colemêrgê di her demên dijwar de sekna xwe nîşan daye. Dê di 24'ê Hezîranê de jî erka xwe dubare pêk bînin. Namzetê me kesê herî wêrek ê Tirkiye ye. Em dê 25'ê Hezîranê Tirkiyeyek bêyî Erdogan pêşwazî bikin."
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di navde Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî heye, gera xwe ya hilbijartinê ya li herêma Serhedê berdewam dikin. Heyeta HDP'ê piştî ziyaretên Îdir, Agirî û Wanê îro hatin Colemêrgê. Di ziyareta li Colemêrgê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û diyar kir ku wan silavên Selma Irmka û Abdullah Zeydan ên niha di zindanê de anîne û wiha got: "We Abdullah Zeytan û Selma Irmak hilbijartin û şandin meclîsê. Lê niha herdu di zindanê de ne. Ew dizanin ku em hatine vir. Hem silavên wan û hem jî silavên hemû siyasetmedarên di zindanê de silavên wan ji were hene. Em dizanin we her dem di şert û mercên zor de erk û peywira xwe pêk anîn. Em dizanin ji niha û şûnde jî hûn dê pêk bînin. Di her dema ku zext û zordari zêde bûn, we gav paşve navêt û hûn li nirxên xwe xwedî derketin. Her dem li dijî hişmendiya ku xwest gelê colemêrgê têk bibin, perçe bikin û tundiyê pêş bixin gelê Colemêrgê bi sekna xwe bersiv da wan."
GELÊ COLEMÊRGÊ DÊ DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE DÎSA ERKA XWE PÊK BÎNE
Buldan, destnîşan kir ku gelê Colemêrgê dê di 24'ê Hezîranê de carek din erk û peywira xwe pêk bîne û wiha berdewam kir: "Li dijî zilm û tundiya li ser gel gelê Colemêrgê dê erka xwe pêk bîne. Dê li dijî zilm û polîtîkayên zordestiya AKP'ê sekna xwe nîşan bide. Dê li dijî xerakirina malan ên serdema qedexeyan de sekna xwe bîne ziman. Di serdema qedexeya derketina kolanan de em li dijî vê yekê derketin. Lê dîsa qedexe kirin û encama wê xerakirin, kuştin bû. Ev helwesta wan li dijî gelê kurd e. Niha bi MHP'ê ku li Colemêrgê partiya tabela ye tev diger in. Dê niha di 24'ê Hezîranê de bên dîsa dengan ji gelê Colemêrgê bixwazin. Lê em dê wan vala ji vir vegerînin."
'SAZÎ Û HEVŞAREDARÊN ME GIRTIN'
Buldan, da zanîn ku partiya ku niha li Colemêrgê partiya tabela ye, dibêjin 'Pirsgirêka me bigelê kurd re tune û wiha lê zêde kir: "Saziyên me girtin, hevşaredarên me girtin. Ne tenê wekîlên me girtin, hevşaredarên me jî girtin. Divê li dijî van polîtikayên zordest ji Colemêrgê heta Amedê û ji Amedê heta Dersimê divê em yek dengê xwe jî nedin wan û vê bersîvê bidin wan. Em dibêjin ger ku pirsgirêka we ya bi kurdan re tune be, çima Abdullah Zeytan di girtîgehê de ye. Çima Selma Irmak di girtîgehê deye. Çima şaredarî qeyûm tayîn kirin."
'NAMZETÊ ME KESÊ HERÎ WÊREK Ê TIRKIYE YE'
Buldan, bal kişand ser namzetê xwe û wiha bi dawî kir: "Em dê mirovê herî wêrek ê Tirkiye bikin namzetê Serokomarîyê. Namzetê me kesê li Tirkiye herî zêde wêrek û herî zêde pirsgirêkên Tirkiye çareser bike ye. Em wekî wan kesên li dijî mafên mirovan, kesên zilmê dike, kesên li dijî azadiya raman û demokrasiyê nakin namzet. Em dê kesê herî wêrek di 24'ê Hezîranê de derxin. Em wekî wan gefan li Abdullah Gul nakin. Em dê namzetê xwe bi raya giştî re parve bikin û dê her kes qebûl bike. Partiya Demokratîk a gelan (HDP) partiya kurdan, partiya tirkan, partiya ciwanan, partiya jinan e. Divê hemû jin û ciwan herî zêde ji bo namzetiyê serî lê bidin. Divê herî zêde gelê Colemêrgê ji bo namzetiyê serlêdan bikin. Divê em wan vala ji vir vegerînin. 25'ê Hezîranê dê Tirkiyeyek bê Recel Tayyip Erdogan be. Em vê yekê ji dil bawer dikin. Divê em bi vê bîr û baweriyê bi şev û roj mal bi mal, tax bi tax biçin ji gelê xwe deng bixwazin. Her yek ji me divê wekî namzetekî-ê bixebitin û Tirkiye ji vê zilmê rizgar bikin. Ez bi vê bawerî û heviyê we tevan dîsa silav dikim."