ÎZMÎR - Girtiya jin Bahar Demîr ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê nameyek şand û got: “Ji ber em li dijî ferzkirina rêbazê lêgerînê derketin, gardiyenan em derp kirin û bi erdê re kaş kirin. Polîsên TEM’ê dest datînin ser amûrên em yên bi rêya postayê ji me re tên.”
Girtiya jin Bahar Demîr ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo ekîba gorulmustur.org nameyek şand û binpêkirinên mafan ên dijîn vegot. Demîr, diyar kir ku bi rayedarên girtîgehê bi hincetên keyfî amûrên ku bi rêya posta ji wan re tên, nadin wan û wiha got: “Polîsên Têkoşîna bi Terorê re (TEM) li PTT’ê koliyên ji me re tên kontrol dikin. Piştî kontrola polîsên TEM’ê, amûrên dest nedanîn serê dibin me. Berzendikên me ji keça Adîl Okay re şandin, ji paketa me şand derxistin û dest danîn serê.”
‘LÊGERÎN VEGUHERÎNE ÎŞKENCEYÊ’
Demîr, da zanîn ku bi cezayên disiplînê dixwazin vîna girtiyan teslîm bigirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî di çûyîn û hatinên dadgehan de cezayên disîplînê didin me. Lêgerîna pir zêde li ser me ferz dikin û bi vê polîtîkayê hewl didin vîna girtiyan teslîm bigirin.”
‘9 JIN BI ERDÊRE KAŞ KIRIN ’
Demîr, destnîşan kir ku di 12’ê Nîsanê de ji ber ku 9 jinên girtî lêgerîna X-Ray qebûl nekirin, rastî lêdana gardiyenan hatin û wiha domand: “Em lêgerîna X-Ray qebûl nekir. Êrîşî me kirin û em di erdê re kaş kirin. Di rojên derbas bûyî de jî, ligel ku em rastî êrîşê hatin jî derbarê me de lêpirsîna disîplîn vekirin. Midûrê bi gotin ‘hûnê bibînin’ gef li me xar.”
FERZKIRINA YEK TÎPÎ BERDEWAM DIKE
Demîr, di dawiya nameya xwe de wiha got: “Midûrên girtîgehê cilên yek tîpî li ser me ferz dikin. Ji me re dibêjin ‘ji bo ewlekariya can û malê we cilên yek tîpî li xwe bikin. Li ber xwe nedin.’ Gefên bi vî awayî li me dixwin. Em girtiyên polîtîk dê dest ji kevneşopiya berxwedana xwe bernedin. Pêkanînên keyfî û êrîşên heyî dê tu carî me ne tirsinin.”