ÇEWLIG - Walîtiya Çewligê bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” ji bo du hefteyan 26 herêmên girêdayî navend û navçeyên Çewligê li sivîlan qedexe kir.
Walîtiya Çewligê, di saetên şevê yên di 28’ê Nîsanê de daxuyaniyek nivîskî weşand û 26 herêmên girêdayî 8 navçe û navenda Çewligê ji 30’ê Nîsanê heya 14’ê Gulanê bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” qedexe kir.
Navê cihên walîtiyê qexe kirin wihane: “Herêmên girêdayî navendê Ortaçanak, Zozana Hasar, Girê Hasar, Feratan, Zozanan Çir, Newala Merdîven, herêmên girêdayî navçeya Azarpêrt Çiyayê Şeytan, Newala Şeytan, Îlbey, Sevkar, herêmên girêdayî navçeya Dara Yêne Saggoze, Buyukçay, Yeniyazi, Dîkpinar, Derman û Şekeran, herêmên girêdayî navçeya Bongilan Yenîbaşak-Doguyelî, herêmên girêdayî navçeya Xorxol Horîvanîk, Deresî-Newala Tahkîm, Daristanên Kirkoy, Newala Manav û Guuneşlîk Gokçedal, herêmên girêdayî navçeya Gêxî Çomakderesî, herêmên girêdayî navçeya Kanîreş Daristanên Karacehennem û herêma girêdayî navçeya Çêrme Zozanên Akimli.”