ŞIRNEX – Li Şirnexê qeyûmê 3 şaredariyan Alîgirê Walî Tûran Bedirhanoglû, ambulansa aîdî şaredariyê hîbeyî Midûriyeta Tenduristiya Bajêr kir û ji bo saziyên ku ji bo trikotaj, kuafor, nêrîna çerm, bedewî û karên derziyê ku hin wezaret budçeyê didin wan bi deh hezaran budçe veqetand.
Hat hînbûn ku, Şaredariya Şirnexê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, di 4 civînên meclîsa şaredariyê de biryar wergirtiye ku ji bo hin sazî û dezgehên ku girêdayî wezareta ne bi deh hezaran budçe veqetandiye.
Li Şirnexê, qeyûmê 3 şaredariyan Alîgirê Walî û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Tûran Bedrihanoglû ambulansa şaredariyê hîbeyî Tenduristiya Bajêr kir. Her wiha Parka Jiyanê ya Bêastengiyî jî ji bo 15 salan bi kirê da Weqafa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) ku nêzî AKP’ê ye. Ligel vê qeyûm Bedirhanoglû biryar da ku ji bo Saziyên Perwerdehiya Pêşdibistanê ku wezareta ji bo wê budçeyê vediqetîne, dê şaredarî budçeyê jê re veqetîne. Û ji bo malzemeyên trikotaj, kuafor, nêrîna çerm, bedewî, hunerên destan, karên derziyê yên qursên Navenda Civakê ya Pirmebestî ya Şirnexê (ÇATOM) ku hin wezareta budeçeyê didine jî, biryara da ku dê Şaredarî jî budeçeyê ji bo wê veqetîne.
Di civîna ku sala çûyîn di bin banê serokatiya qeyûm Bedirhanoglû çêbûn de, ji bo van saziyan budeçe hat veqetandin:
“ * Ji bo Midûriyeta Navenda Perwerdehiya Gel a Şirnexê 30 hezar TL,
* Ji bo Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr 20 hezar TL,
* Ji bo Dibistana Navîn a Huriyetê û Dibistana Navîn a Şukru Gelîş,
* Ji bo temamkirina kêmasiyên Mizgefta Hz. Ebûbekîr 19 hezar TL.”