MÊRSÎN - Dayîk Hebe Eteş a cenazeyê kurê wê ji Goristina Xerzanê hat derxistin, diyar kir ku ew hesretî cezaneyên zarokên wan kirin û got: “Naxwazin em li ser gora zarokên jî dua bikin. Tiştên anîn serê me zilmek mezin e.”
Di 19’ê Kanûna 2017’an de 267 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hat derxistin û şandin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Malbatên ev bûyer bihistin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dan. Serdozgeriyê soza ku di demek kin de dê cenazeyan teslîmê malbata bike dabû, lê ligel vê yekê jî hîna cenaze nedane malbatan.
Cenazeyê Mustafa Çîftçî yê YPG’î yê di sala 2015’an de li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da jî ji Goristina Xerzanê hat derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Bavê Çîftçî Selîm Çîftçî, diyar kir ku tu agahiyek derbarê çima cenazeyên zarokên wan ji goristanê derxistin de, ji bo wan nehatiye dayîn û wiha axivî: “Kes nizane cenazeyên zarokên me bi ku de birin û derbarê vê yekê de tu agahiyê jî nadin me. Bi rêya çapemeniyê agahiya me ji bûyerê çêbû. “
Çîftçî, anî ziman ku ew fêm nakin ka ji bo çi cenaze ji goran hatin derxistin û wiha got: “Mijar çi dibe bila bibe me hîna fam nekiriye. Gelo sûcekê çawan ê van cenazeyan hebû. Zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Êdî ne li vê cîhanê ne. Şeytan jî ji miriyan dûr dikeve. Gelo çi wateya wê heye ku cenazeyên zarokên me ji gorên wan derxistin? Cihê vê bûyerê di tu ol û baweriyan de tuneye. Ew jî dizanin zarokên me êdî ranabin ser xwe, gelo çima wiha kirin?”
‘EM DIXWAZIN CARDIN CENAZEYÊN XWE DEFIN BIKIN'
Bav Çîftçî, da zanîn ku ji bo xwe bigihînin cenazeyê kurê xwe parêzer girtin û wiha bi dawî anî: “Me hemû ewraqên pêwîst teslîm kirin. Em li bendê ne cenazeyê me teslîmî me bikin. Em dixwazin cenazeyên xwe cardin bispêrin axê. Di ola me de zilm li cenazeyan kirin tuneye. Ev tu rêzê nadin cenazeyan.”
‘NAXWAZIN EM DUAYEKÊ JÎ BIKIN’
Dayîka Çîftçî Hebe Eteş jî, diyar kir ku piştî kurê wê li Rojava di sala 2015’an de jiyana xwe ji desta da, li Goristana Xerzanê spartin axê û wiha axivî: “Bi dehan car min gora kurê xwe ziyaret kir,lê di hin deman de, ji ber qedexeyên hatin îlankirin, ketina goristinê asteng kirin.”
Dayîk Eteş, destnîşan kir ku ew hesretî cenazeyê kurê wê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev ji xwedî natirsin. Naxwazin em Fatîhayekê jî li ser gora zarokên xwe bixwînin. Tişta anîn serê me zilma herî mezin e. Zarokên em jiyana xwe ji dest dane. Gelo çima zarokên me birin? Bi îhtîmalek mezin cardin dê ranebin şer nekin. Ez hêvî dikim ku ên ev anîn serê me, ev êş bi me dan jiyîn, Xwedî bi wan jî bi de jiyîn.”