AMED- Li Amedê amadekariyên ji bo mîtînga 1'ê Gulanê temam bûn. Dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî tev li mîtîngê bibe.
Li Amedê amadekariyên mîtînga 1'ê Gulanê ku dê ji aliyê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê ve li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyon) bi dirûşmeya "Em ê rojên xwe bibînin" bê lidarxistin temam bûn. Dê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî jî tev li mîtîngê bibe. Dê mîtîngê saet di 13.00'an de bi beşdarbûna rêxistinên kedê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, jin û karkeran bê lidarxistin. Piştî axaftinan dê Koma Çar Newa konsertekê bide.
Endamê Komîteya Amadekar Bakî Ondeş, diyar kir ku dê daxwaza sereke ya kedkarên ku bên qadê rakirina Rewşa Awarte be. Ondeş, bi lêv kir ku yek ji wan bajarên ku herî zêde îxrackirin lê çêbûye jî Amed e û ew ê ji Amedê peyameke xurt bidin û bi dengekî bilind daxwaza xwe ya ji bo demokrasî, edalet û wekehviyê bi lêv bikin.