* Jinên kedkar ên Wanê anîn ziman ku dê li qada 1’ê Gulanê bersivê bidin pêkanîn AKP’ê yên li ser jinan û kedkaran û gotin: “Em ê starta hilbijartina 24’ê Hezîranê li qada 1’ê Gulanê bidin.”
* Dayîk Hebe Eteş a cenazeyê kurê wê ji Goristina Xerzanê hat derxistin, diyar kir ku ew hesretî cezaneyên zarokên wan kirin û got: “Naxwazin em li ser gora zarokên jî dua bikin. Tiştên anîn serê me zilmek mezin e.”
* Li Edeneyê di 4 mehên dawî de 2 karkerên sûriyeyî mirin û yên mayî jî di şert û mercên ne ewle de tên xebitandin.
* Dê sibê Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder, ji ber axaftinên xwe yên di Newroza 2013’an de bi tawanbariya “Propagandaya rêxistinê” derkevin pêşberî dadger. Tekane delîla dozê, deşîfrasyona xelet a axaftinan e û her wiha polîsê ku axaftin deşîfre kiriye û herdu dozgerên lêpirsînê jî ji ber “FETO”yê hatine îxrackirin.
* Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê Îrfan Sari anî ziman ku piştî qedexeya derketina kolanan a li navçeyê hat îlankirin, li navçeyê rewşa aboriyê bi krîza heyî re bi temamî rûxiyaye û rêjeya betaliyê bûye ji sedî 70’ê.
* Di 16 salên serdema AKP'ê de herî kêm 20 hezar karker mirin. Di serdema îktîdara AKP'ê de kanên komirê yên li Zonguldak, Soma, Ermenek, Şîrvan, Şirnak û dehan kanên din ên komirê ji bo karkeran bûn goristan. Dîsa betalî zêde bû û keda karkeran erzan bû.
* Li Amedê amadekariyên ji bo mîtînga 1'ê Gulanê temam bûn. Dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî tev li mîtîngê bibe.
* Karkeran hemû kes dawetî qadên 1’ê Gulanê kirin û gotin: “Desthilatdariyê bi KHK’an artêşek betalan ava kir. Em ê mîna artêşa betalan li qadan bin.”
* Li Şirnexê qeyûmê 3 şaredariyan Alîgirê Walî Tûran Bedirhanoglû, ambulansa aîdî şaredariyê hîbeyî Midûriyeta Tenduristiya Bajêr kir û ji bo saziyên ku ji bo trikotaj, kuafor, nêrîna çerm, bedewî û karên derziyê ku hin wezaret budçeyê didin wan bi deh hezaran budçe veqetand.
* Rêxistina HDP'ê xebatên hilbijartinê bi ziyaretê gel berdewam dike. Heyeta HDP'ê ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di navde dê li Colemêrgê gel ziyaret bikin. Heyeta HDP'ê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî di navde dê li Şirnexê gel ziyaret bikin.
* Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ji bo kesên di 1'ê Gulanê de li Taksimê jiyana xwe ji dest dan dê li Hevraza Kazanci ya Taksimê wan bibîr bînin. (11.00-14:30)
* Parlamenterên HDP'ê Hişyar Ozsoy, Ertugrul Kurkçu û Ziya Pir de li Îzmirê xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê bimeşînin. (11.00 - 18.00)