STENBOL - Dema xebatkar û rêveberên HDP'ê yên Stenmolê ji bo xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê û 1'ê Gulanê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Gungorena Stenbolê civîna gel girtibûn, polîsan bi ser avahiyê de girt. Polîsan rojnamegerên Ajansa Mezopotamya û Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengiz Çîçek jî di nav de 41 kes binçavkirin. Ji 41 kesên hatin binçavkirin jê 31 kes hatin berdan.
Rêxistdina HDP'ê ya Navçeya Gungoren a Stenbolê têkildarî xebatên Hilbijartina Zordest ya di 24'ê Hezîranê de pêk bê û 1'ê Gulanê li avahiya partiyê civîna gel pêk anî. Dema endam û rêveberên HDP'ê civîn pêk anî polîsan bi ser avahiyê de girt. Polîsan di serdegirtina avahiyê de nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Melîke Ceyhan û Servet Karaduman yên nûçe dişopandin û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek jî di navde 41 kes binçav kirin.
Polîsan 41 kesên binçav kirin birin Qereqola Polîsan a Merter Kerestecileran. Polîsan piştî lêpirsînê ji 41 kesan 31 kes serbest berdan. Lêpirsîna 10 kesan a li Qereqola Polîsan jî didome.
Piştî binçavkirinê endam û rêveberên HDP'ê li pêş Midûriyeta polîsan a Navçeya Gungorenê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan jî di navde gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr û Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan binçavkirina endam û rêveberan şermezar kirin û xwestin hevalên wan bi lez bên berdan.