MÊRSÎN - Girtiya nexweş Halîme Gulsu ya li Girtîgeha Hêjmar 3 ya Jinan a Tarsûsê, ji ber dermanê wê nedan wê jiyana xwe jie dest da.
Girtiya nexweş Halîme Gulsû ya ji doza Cemaeta Gulen di 20'ê Sibatê de hat binçavkirin û gritin û 67 rojin li Girtîgeha Jinan a Tarsusê girtî ye, jiyana xwe ji dest da. Birayê Gulsu Zubeyir Gulsu li ser medya civakî parve kir û diyar kir ku xwişka wî Gulsu mamosteya îngîlîzî ye û di çarçoveya lêpirsina Cemaeta Gulen de hatiye dûrxistin û pitre hatiye girtin. Gulsu, anî ziman ku xwişka wî bi nexweşiya lupus eritematozus ya pergalî ye û tevî vê yekê 15 rojan di bin çavan de hat girti nû dermanê wê nedan wê. Dema şandin Girtîgeha Hêjmar 3 a Jinan a Tarsûsê jî rapora wê winda kirin û ji ber rapora wê tune bû dermanê wê nedan wê û di 25'ê Nîsanê de sewqî Nexweşxaneya Bajar beşa romotolojiyê kirine. Gulsu, anî ziman ku xwişka wî duh jiyana xwe ji dest daye.