MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, beşdarî 16'emîn kongreya şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê bû û xwest hemû hêzên muxalif di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji bo dawî li rêveberiya zordest bînin bibin yek.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê 16'emîn Kongreya xwe ya Awarte li avahiya xwe pêk anîn. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Necla Şengul jî amade bû. Dîsa Parlamenterê CHP'ê Huseyin Çamag û Aytug Atici û gelek nûnerên partiyên siyasî jî tev li kongreyê bûn. Li salona kongreyê pankartên “Mirov bi mafên xwe mirov e" û “Em naxwazin mirinê temaşe bikin" vekirin. Di kongreyê de belavokên 1'ê Gulonê roja karkerên cihanê hatin belavkirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê xebatên ÎHD'e bi sînevîzyonekê hat pêşandan. Serokê Şaxa ÎHD'ê Alî Tanriverdî axaftina vekirinê kir û xwest bibe wesiyela demokrasî, biratî û azadiyê.
Piştre Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî tev li kongreyê bû xwest hemû hêzên muxalif di hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji bo dawî li rêveberiya zordest bînin
Di Kongreyê de piştî axaftinan raporên xebat û maliyê hatin xwendin. Piştî xwendina raporan rêveberiya ji 7 kesan pêk tê hat hilbijartin.