COLEMÊRG – Platforma Şaxan a KESK'ê ya Colemêrgê dê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Bazara gel pîroz bikin. Endamên KESK'ê bang li hemû karker û kedaran kir û xwest tev li mîtînga 1'ê Gulanê bibin.
Platforma Şaxan a KESK û DÎSK yên Colemêrgê, dê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Bazara gel pîroz bikin. Endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK û DÎSK'ê, li avahiya Platforma Şaxan a KESK ya Colemêrgê civîna çapemeniyê pêk anîn û bang li tevlêbûna mîtînga 1'ê Gulanê ku di 1'ê Gulanê de li Bazara gel pêk bînin kir. Endamê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Suleyman Aşkan, bang li hemû karker û kedkaran kir û xwest ji bo jiyanek aştî, demokratîk û wekhev her kes tev li mîtîngê bibe. Aşkan, ani ziman ku wan destûra mîtîngê stendiye û dê 1'ê Gulanê roja sêşemê saet di 11.00-15.00'an de li Bazara gel pêk bînin.