MÊRSÎN - Li Mêrsînê KESK’iyan, bi daxwaza hevalên wan ên ji kar hatin avêtin paşve vegerin ser karê xwe û OHAL bê rakirinih, banga tevlîbûna 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran kirin.
Endamên Platforma Şaxa KESK’ê ya Mêrsînê, ji bo hevalên wan ên ji kar hatin avêtin paşve vegerîn ser karê xwe û OHAL bê rakirin li Parka Ozgur Çocuk hatin gel hev. Kedkaran di çalakiyê de pankarta “Bila OHAL rabe, bi lezgînî demokrasî û em karê xwe paşve dixwazin” vekirin û bê navber dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin. Serokê Şaxa SES’ê ya Mêrsînê li ser navê Şaxa SES û KESK’ê yên Mêrsînê daxuyanî da û wiha got: “Hilbijartina zorderst di şert û mercên OHAL’ê tê lidarxistin. Li hemberî krîza abori ya kûrtir dibe, keda karkeran biçûk dibe. Em ji bo kes, maf û demokrasiya Tirkiyeyê di 1’ê Gulanê de, li ber Stada Tevfîk Sirri Gur di saet 15.00 de kom bibin. Werin em bi hevre guvendê bigerînin û daxwazên xwe bînin ser ziman.”