DERSIM - Li Dersimê kîvarkên ku li çiyayê bilind çê dibin, ji ber îsal çiya qedexe ne û kêm in kîloya wan bi 80 TL li hewa tên firotin.
Li Dersimê kîvarkên ku ji çiyayên bilind tên komkirin li ser dezgehên esnafan cihê xwe girt. Kîvarkên ku îsal kêm çêbûn kîloya wan bi 80 TL tê firotin. Ji ber ku eleqe ya li hemberî kivarkan zêde ye tevî buhayê zêde jî dîsa li hewa tên firotin. Kîvarkên ku di nava gel de ji bo her derdî wekî derman tê zanîn rastî eleqeyek mezin tê. Welatiyên ku bi salan e bi firotina kîvarkan debara xwea dike jî ji ber qedexeya zozanan bi gazinc in. Welatî Cengiz Bozkaya ku serê sibê diçe çiyayên bilind û kîvarkan kom dikin, 20 salin li çiya kîvarkan kom dike û debara xwe bi kîvarkan dike. Bozkaya, diyar kir ku kîvark bi taybetî li çiyayên ku hatine qedexekirin çêdibin û ji ber îsal herêm qedexe ye nikare biçe kom bike û nikare bifiroşe. Bozkaya, anî ziman ku hem ji ber îsal baran kêm e û hem jî ji ber çiya qedexe ye îsal kîvark kêm in û buha ne.
Bozkaya, anî ziman ku komkirina kîvarkan gelek zahmet e, lê li aliyê din ji gelek nexweşiyan re derman e. Tama Kîvarkê gelek xweş e. Ji aliyê proteîn û vîtamîn ve gelek dewlemend e. Em debara xwe ji giha û pinçarên çol û çiyayê xwe dikin. Ji ber vêyekê em naxwazin bê qedexe kirin.
MA / Semra Turan