ANKARA - YSK'ê biryara ‘hilbijartina zordest’ ragihand û di biryarê de qedexeyên hilbijartinê li gorî qedexeyên hilbijartinên derbas bûyî guherîne.
Biryara Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) a têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryara YSK’ê partiyên AKP, BTP, BBP, CHP, DP, HDP, HUDAPAR, ÎYÎP, MHP, SP û VP dikarin bikevin holbijartinê.
QEDEXEYA ALKOLÊ
Ji bo hilbijartineke ewle dê ‘qedexeya alkol, çek û weşanê’ bê pêkanîn.
Li gorî biryarê di 24’ê Hezîranê de roja Yekşemê ji saet 06.00’an heta 24.00’an dê firotina alkolê bê qedexekirin.
Di vê çarçoveyê de ew ê tu kes nikaribe çekê bi xwe re bigerîne. Bi hinceta hilbijartinê ew ê qehwexane, qiraatxane û hemû kafeyên înternetê girtî bin.
Li cihên kêfê ew ê bi tenê xwarin were dayîn. Bi şertê ku li gorî rêzikên li jor were tevgerîn piştî saet 18.00’an dawet dikare were kirin.
Heta saet 18.00’an medya bê qedexe kirin ku kesekê nekare di hemû radyo û TV'iyan de hilbijartinê şîrove bikin û encaman texmîn bikin.
Hemû weşan ew ê piştî saet 21.00’an serbest bin. Lê ger YSK pêwîstiyê pê bibîne ew ê karibe biryarê bide ku hemû weşan beriya saet 21.00’an serbest bên hiştin.