Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne

  • rojane
  • 09:01 22 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Aysel Avesta, diyar kir ku dewleta tirk ji bo pêkanîna planên xwe yên li ser Kurdistanê PDK'e xistiye xizmeta xwe û got: “Îro ti ferq û cudahiya AKP-MHP û PDK'ê tune ye. Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne dawiya xwe aniye." 
 
Tirkiye di 17'ê nîsana 2022'an de êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên bi ser başûrê Kurdistanê ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daye destpêkirin bi çekên giran didome. Tirkiye tevî hemû çekên giran û modern jî heta niha yek gav pêşve neçûye. Artêşa Tirkiyeyê a ku ji cihê destpêkiriye xetimiye û bi alîkariya PDK'ê armanc dike ku li herêmê bi cih bibe. PDK'ê ji dewleta tirk re rêyan çêdike û dibe sedemê dijwarkirina êrişan. Her wiha bombardimana dewleta tirk a li dijî bajarên başûrê Kurdistanê ya li dijî sivîlan jî didome. Di nav xelkê herêmê de li dijî van êrişan bêdengî û bêhelwestbûna PDK'ê jî parçeyek xiyanetê tê nirxandin. 
 
Rojnameger Aysel Avesta der barê geşedanên li herêmê de ji ajansa me re axivî. 
 
'JI BO KU PLANA XWE BI CIH BÎNE SERÎ LI PDK'Ê DIDE'
 
Rojnameger Aysel Avesta, diyar kir ku dewleta tirk, PDK'ê weke xala pêkanîna planên xwe dibîne û wiha got: "PDK ji bo ku pêşî li berxwedana PKK'ê û gelê kurd bigire serî li her rêbazekî daye. Heta niha serî li gelek rêbazan daye û heta niha jî van rêbazên xwe didomîne. Yek ji van rêbazên wan jî valakirina gundên herêmê ne. Di nava civaka Başûrê Kurdistanê bi belavkirina tirs û xofê dixwaze ku berteka ku xwe li dijî wan birêxistin bike pêşiya wê bigirin. Bi taybetî jî bi riya sîxûran û êrişên li dijî pêşengên gelê kurd dixwaze pêşketina tekoşîna azadiyê bi vî rengî bixetimîne. Bi êrişa li dijî avahiya KNK û di kolanan de qetilkirina welatparêz û pêşengên kurd dixwaze ku di nava civaka Başûrê Kurdistanê de nakokiyan derbixîne. Ji bo ku gel tevlî berxwedanê nebe û bêtifaqiya ku di nava gelê kurd a heta niha heyî hin zêdetir kur bike û yekitiya gelê kurd çênebe. Ji ber ku heke yekitiya gelê kurd çêbibe dê hesab û planên dewleta tirk ê li ser şoreşa Kurdistanê û Rojava, Mexmûr û Şengalê têk biçin. Ji ber wê jî ji bo ku dewleta tirk plana ku daye destpêkirin encamekî jê bigire serî li PDK'ê dide. PDK jî di xizmeta dewleta tirk de ye û ji bo pêkanîna daxwazên dewleta tirk tişta ku jê tê dike."
 
'PÊWÎSTÎ BI REFLEKSEKE CIVAKÎ YA XURT HEYE'
 
Avesta, bi lêv kir ku li dijî xiyaneta PDK'ê, birêxistinkirina xelkê başûrê Kurdistanê peywîreke esasî ya partiyên siyasî ye û got: "Plan û hesabên PDK'ê ew e ku başûrê Kurdistanê li hemberî vê xiyaneta wan nebe xwedî helwest û bertekeke xurt nîşan nede. Ji bo ku ev helwest çênebe jî bala civakê didi hin tiştên din û bi tiştên cuda re mijûl dike. Berteka xelkê Başûrê Kurdistanê li hemberî xiyanetê gelek mezin e. Ji ber ku di aliyê civakî, siyasî û çandî de pirsgirêkên pir kur hene. Ji bo wê ew helwesta ku tê xwestin nayê raber kirin. Li gorî nêrîna min yek xala esasî ev e. Ya duyemîn jî li hemberî xiyaneta PDK'ê gel rêxistinkirin, gel hişyarkirin û li hemberî polîtîkayên şerê taybet ê ku li ser civakê tê meşandin tevgereke xurt di nava civakê de tune ye û lawaze. Ji ber wê jî ew helwesta li hemberî xeta xiyanetê û refleksên gel bi awayeke şenber dernakeve holê. Yek sedema vê jî mijûlkirina civakê ya bi mûçeyên gel ku ev demeke dirêje nadin. Gel bi xwe ve didin mijûlkirin. Ji bo ku civak polîtîkayên wan nebîne bi zanebûn serî li vî rêbazî didin. Girtina parlementoya Herêma Kurdistanê, nehatina partiyên siyasî û rêxistinên sivîl dibin sedem ku helwesteke civakî dernekeve holê. Bêgûman xelkê Başûrê Kurdistanê divê ku vê siyaseta dewleta tirk û PDK'ê ya li ser başûrê Kurdistanê baş bibînin. Car carna di nava partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û raya giştî ya Başûrê Kurdistanê de nîqaşên bi vî awayî çêdibin. PKK'ê weke sedema van êrişan dibîne. Dibêje, 'heke ku PKK ne li başûrê Kurdistanê ba dê êrişên dewleta tirk ê bi vî awayî çênebin' xwexapandineke bi vî awayî heye. Divê ku di serî de xelkê başûrê Kurdistanê rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl hem li hemberî xiyaneta PDK'ê û hem jî li hemberî xeteriya niha li başûrê Kurdistanê heye hestiyar û hişyar tevbigerin. Ji ber ku êrişên niha li ser başûrê Kurdistanê tên kirin ne tenê li dijî PKK'ê ye ev êriş li dijî hebûna gelê kurd e û statûya başûrê Kurdistanê ya ku hatiye avakirine, li dijî deskeftiyên şoreşa rojavayê Kurdistanê û li dijî hemû beşên Kurdistanê ye. Heke ku ev bi vî awayî neyê xwendin dewleta tirk û PDK ji bo têkbirina deskeftiyên gelê kurd dê bigihijin armanca xwe. Ji bo ku ev armanca wan vala derbikeve û PDK jî di vê xiyaneta xwe de bigevize pêwîste reflekseke xurt a xelkê başûrê Kurdistanê derbikeve holê."
 
'PDK'Ê DAWIYA XWE ANÎ'
 
Avesta, anî ziman ku PDK bi siyaseta xwe ya birakujiyê dawiya xwe tîne û wiha domand: "Bi dîtina min PDK'ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bi taybetî jî hevdîtinên herî dawî yê ku Barzanî bi Hakan Fîdan re çêkir û ew wêne, dîmenê wan bi raya giştî re hate serwîskirin û wî wêneyî meşrûyeta PDK'ê ya li Başûrê Kurdistanê bi dawî kir. Kesên ku heta niha baweriya xwe bi PDK'ê anîn jî li gel vî wêneyî ew bawerî şikest. Êdî PDK dê li ser navê Kurd û Kurdistanê neyê qebûlkirin. Bi vê hevkariya xwe ya dawiyê, PDK'ê dawiya xwe jî anî. Ji ber ku dawiya dewleta tirk nêze, bi wan re dê PDK jî biqede. Ji ber ku êdî gelê kurd ti ferqê naxe navbera PDK, AKP'ê û MHP'ê. Tişta ku AKP û MHP li dijî hebûna gelê kurd dike PDK jî dike. Ji ber wê dawiya vê pergalê û faşîzmê di heman demê de dawiya PDK'ê ye jî. Destê PDK heta qirikê ketiye xiyanetê. Li dijî deskeftiyên gelê kurd di nav hevkariyeke kûr de ye. Tenê bi dewleta tirk re jî sînordar namîne bi dewleta Iraqê re jî ji bo ku pergala li ser esasên netewa demokratîk têk bibe tişta jê tê dike. Li Mexmûrê ambargoyeke mezin daniye û nahêle ku çûn û hatina gel hebe. Dîsa riya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatiye girtin. Li ser Şengalê jî aliyekî ambargo û aliyekî pêş xistina şerê taybet li ser daxwaza dewleta tirk bi hikûmeta Bexda re peymana 9'ê cotmehê van hemû xiyaneta wan radixe berçavan. PDK di vê xiyaneta xwe de israr. PDK banga yekitiya gelê kurd bi berdewamkirina hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re bersiv dide. Dewleta tirk bi PDK'ê armanc dike ku gelê kurd her tim perçekirî be."
 
'DIXWAZIN KURDISTANÊ JI SIVÎLAN XALÎ BIKIN'
 
Aysel Avesta, da zanîn ku armanca dewleta tirk herêmê ji kurdan valakirine û ev tişt got: "Dewleta tirk a dagirker û artêşa wê ji bo ku berxwedana PKK'ê bişkîne serî li hemû rê û rêbazan dide. Lê PKK li gorî vê pêvajoyê û taktîkên serdema nû ji bo ku van êrişan û xeyalên dewleta tirk vala derbixîne bi vîneke mezin berxwe didin. Bi şerê tûnelan hem hêza wî ya teknikî vala derxistin û hem jî ew artêşa ku ew gelek jê bawer pergala wê artêşê jî belavkirin. Her wiha ji bo pêşî li girtina vê xiyanetê jî beriya her tiştî divê ev xelaka berxwedanê ne tenê bi PKK'ê re sînordar be. Ji ber ku yek ji polîtîkayên dewleta tirk ew e ku herêma Başûrê Kurdistanê ji sivîlan xalî bike û bertekên gel lawaz bike û li wê derê serweriya xwe pêş bixîne. Li gorî taktîkên ku pêk tînin jÎ armanc ev e. Bi çekên kîmyewî, çekên fosfor bikar tîne. Her wiha hêza xwe ya leşkerî, çeteyên xwe û çi hêzên di bin serweriya wan de ne van hemûyan li hemberî gerilayan bikar tîne. Bi piştgiriya xiyaneta mala Barzanî jî hewl dide ku vê berxwedanê bişkîne. Lê vîna li Zapê tê nîşandin ji hêza wan gelekî mezintire."
 
'ARMANC DAGIRKIRINA QADÊN NETEWA DEMOKRATÎK E' 
 
Rojnameger Avesta, bi lêv kir ku dewleta tirk bi dagirkirina sêgoşeyan dixwaze cihên ku pergala netewa demokratîk hatiye avakirin serweriya xwe ava bike û wiha got: "Armanca van êrişan başûrê Kurdistanê ye. Ji bo ku başûrê Kurdistanê dagir bike bi ser navê qirkirina gelê kurd bi hemû hêza xwe dahat û deskeftiyên welet xistiye xîzmetê û êrişî Başûr dike. Armanc dagirkirina qadên stratejîk ê ku sêgoşeya parastina deskeftiyên başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê ye. Ji bo ku bikaribe serweriya xwe li ser rojavayê Kurdistanê, li ser Şengal, Başûr û Mexmûrê bike lazime ku van qadên qal kirî dagir bikî serî li rê û rêbazên cuda dikin. Bi xiyanetê dixwaze ku vê konsepta xwe bi encam bike. Ji bo ku bigihîje armanca xwe xeleka herî qels xeta xiyanetê ye. PDK ne cara yekemîne ku xiyanet dike. Ji sala 1982'an û heta 92'an her tim li gel dewleta tirk cih girtiye. Di van demên dawiyê konjuktorên li Kurdistanê bi taybetî jî hişyariya gelê Kurdistanê û xelkê başûr PDK'ê êdî nikare  siyaseta xwe ya birakujiyê  gelê Kurdistanê ferz bike.  Ev helwesta PDK'ê ji aliyê dewleta tirk ve jî baş tê dîtin û xwendin ji bo wê jî tiştê ku dixwaze li Kurdistanê bike bi riya PDK'ê dike. Armanca PDK'ê ew e ku PKK'ê ji başûrê Kurdistanê derbixîne û dewleta tirk bi cih bike. Heta astekî dewleta tirk xwe li başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û serweriya xwe jî îlan kiriye. Niha li herêmê tişta ku ji dewleta tirk re asteng PKK ye."
 
  
 
 

Sernavên din

25/10/2023
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin
16:09 Rojnameger Selahattîn Kaygusuz hate girtin
15:24 Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
15:03 HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê
14:11 Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e
14:02 10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin
13:32 Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
13:23 Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand
13:09 Rojnameger Nafiye Bal hate berdan
12:47 Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin
12:17 Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:05 Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime
12:00 Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand
11:58 15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû
11:33 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
11:23 Endamên MYK’a HEDEP’ê diyar bûn
11:10 MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
11:02 ‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’
11:01 Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin
10:48 Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv
10:24 Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê
10:13 30 sal piştre tehliye bû: Ev gel azadiyê heq dike
09:27 Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin
09:24 ‘Pirsgirêkên kurd û filistîniyan bi rêya demokrasiyê dikarin bên çareserkirin’
09:12 Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin
09:11 Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist