MÊRDÎN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya gera li herêmê de çû navçeya Nisêbînê. Gelê Nisêbînê eleqeyek mezin nîşanî Temellî dan. Di serdana esnafan de dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û heyeta pê re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê. Temellî û heyeta pê re piştî serdana duh a navenda Mêrdîn û navçeya Qoserê îro derbasî Nisêbînê bû û ewil çûn avahiya partiya xwe û bi rêveberan re hevdîtin kir. Piştî civîna li partiyê, Temellî û yên pê re çûn serdana esnafan û li rewşa esnafan pirsîn. Di serdanê de polîsan li gel maşîneyên zirxî heyeta HDP’ê şopand.
BI TILÎLIYAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
Temellî û heyeta xwe her cihê ku ziyaret kirin bi çepik û tîliliyan hatin pêşwazîkirin. Gel û esnafan eleqeyek mezin nîşanî heyetê dan. Di serdanê de welatiyan bê navber dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e”, “HDP vîna me ye” û “Serokê rengîn serokê me ye” berz kirin. Temellî û heyetê bi esnaf û welatiyan re sohbet kirin û xwestin di 24’ê Hezîranê de xwedî li vîna xwe derkevin û dengên xwe biparêz in.
CIWANÊ ‘BIJÎ SEROK APO’ BERZ KIR HAT BINÇAVKIRIN
Di serdanê de ciwanê bi navê Ramazan Mugdat ê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. HDP’iyan bertek nîşanî polîsan da û ji bo Ramazan Mugdat bê berdan demek dirêj bi polîsan re hevdîtin kirin. Li gel hevdîtinê jî polîsan ciwan berneda û hat zanîn ku dê wî derbixin dozgeriyê.
Temellî û heyeta pê re piştî serdana Nisêbînê derbasî navçeya Misircê ya Sêrtê bûn.