Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir

img
 
ÊLIH - Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan ku bi dirûşmeya “Jina Azad, Hunera Azad” li Êlihê tê lidarxistin bi pêşengeh, panel û nîşandana fîlman dest pê kir. 
 
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan ku bi Organîzasyona Sanatça, Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bi dirûşmeya “Jina Azad, Hunera Azad” li Êlihê li dar dixin, dest pê kir. 
 
Mîhrîcan bi pêşengeha wênesaz Rûken Ekîncî ya li baxçeyê Şaxa Petrol-Îş a Êlihê dest pê kir û bi panela ku hunermend Devrîm Demîr û Salîha Ayata weke axivîner tev li bûn berdewam kir. Di panela ku li eywana konferansê ya Şaxa Êlihê ya Petrol Îş’ê hate li darxistin de pankarta “Jin jiyan azadî” hate daliqandin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê , Rêxistinên bajêr ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) û gelek kes beşdarî panelê bûn. 
 
Di panela ku moderatoriya wê şanoger Rûgeş Kirici kir, Seroka Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Devrîm Demîr li ser mijara  “Li Mezopotamyayê qirkirina çandî”, rêvebera KASED’ê Salîha Ayata jî li ser mijara “Di çand û hunerê de sazîbûna jinan” axivîn. 
 
Demîr, diyar kir ku desthilatan çanda gelan dizî ne û wiha li ser piyan mane û wiha got: “Mezopotamya cihekî ku çanda gelan lê ji dayik bûye mezin bûye û pêşve çûye ye. Çandê li vir nasnameyek avakiriye. Vê nasnameyê bingeha gelê li vir derxistiye holê. Û tevkariyeke mezin li pêşketina wê kiriye. Qirkirina çandê ya ewil a di dîrokê de li Mezopotamyayê çêbûye. Di polîtîkayên roja me de qirkirineke çandî tê ferzkirin. Qirkirina çandî her tim bûye polîtîkayeke serweran. Û ev ji xwe re weke hedef hilbijartine.”
 
‘KURD XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKETIN’
 
Demîr, bal kişand ser êrişên li ser çanda gelê kurd ên ku bi Peymana Lozanê re bûne 4 parçe û got: “Ev peyman bi armanca li Rojava û Başûr erebkirina kurdan, li Rojhilat farskirina kurdan, li Bakur jî tirkirina kurdan hate îmzekirin. Lê niha di merheleya ku hatî de hemû êriş vala hatin derxistin. Kurd li her qadê xwedî li çanda xwe derketin û li hemberî êrişan li ber xwe dan. Niha li cîhanê behsa çanda kurd tê kirin.”
 
DI QADA ÇANDÊ DE PÊŞENGTIYA JINAN
 
Rêvebera KASED'ê Salîha Ayata jî di axaftina xwe de behsa girîngiya rol û mîsyona jinan a di qada çand û hunerê de kir û wiha got: “Ji bo jinan rola zarok anîn, xwedîkirin, xwarin çêkirin hatiye dayîn. Ji bilî wan tiştek ji bo jinan tuneye. Lê jin bi têkoşînê nîşan da ku maf nayê dayîn tê girtin. Jinan çawa di her qadê de pêşengtî kir di qada çand û hunerê de jî pêşengtî kir.”
 
PARASTINA ÇANDÊ
 
Ayata, daxuyand ku berhemên jinên kurd heta îro hatin û ev jinên ku xwedî wan berheman e, bûn pêşengên wê têkoşînê û wiha bi lêv kir: “Jinên kurd li dijî ferzkirina exlaqê ya civakê derketin. Piştî ku kurd bûn 4 parçe bi qirkirina çandî re rûbirû man. Înkarkirin heta roja me ya îro jî berdewam dike. Lê jinên kurd ligel êriş û qirkirinan xwedî li çanda xwe derket. Mînak dayik li malê her tim çîrokan vegot, denbêjî ji malê derket û belavî civakê bû. Ev tişt tê wateya parastina çandê."
 
Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
Di çarçoveya mîhrîcanê de, dê li Salona Dawetê ya Elegancê pêşangeha cil û bergên gelerî pêk bê û dû re jî Eylem Aktaş û Jin MA dê konserekê bidin.
 
 

Sernavên din

25/10/2023
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin
16:09 Rojnameger Selahattîn Kaygusuz hate girtin
15:24 Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
15:03 HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê
14:11 Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e
14:02 10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin
13:32 Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
13:23 Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand
13:09 Rojnameger Nafiye Bal hate berdan
12:47 Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin
12:17 Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:05 Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime
12:00 Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand
11:58 15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû
11:33 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
11:23 Endamên MYK’a HEDEP’ê diyar bûn
11:10 MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
11:02 ‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’
11:01 Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin
10:48 Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv
10:24 Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê
10:13 30 sal piştre tehliye bû: Ev gel azadiyê heq dike
09:27 Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin
09:24 ‘Pirsgirêkên kurd û filistîniyan bi rêya demokrasiyê dikarin bên çareserkirin’
09:12 Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin
09:11 Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist