NAVENDA NÛÇAYAN - Leşkerên girêdayî TSK'ê û komên hevkarên wê OSO zarokê bi navê Mihemed Mustafa Xelîl, kêr kirin û dûre avêtin kêleka rê. Welatiyê derdorê ku Mihemed birin nexweşxanê, ji ber ku bijîşkan nexwestin Mihemed derman bikin, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyê Kantona Erînê ji ANHA’yê re ragihandin, Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê zarokê bi navê Mihemed Mustefa Xelîl ê 16 salî yê ji gundê Sêmalka ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê Kuştin. Çavkaniyên herêmê derbarê bûyerê de wiha gotin: “Mihemed di 26'ê Nîsanê serê sibê ji malê derket û berê xwe da firinê da ku nan bibe malê. Li ser rê leşkerrên Tirk ew girt û birin depoyekê da ku tiştên tê de bi wî bide kişandin. Mihemed ê ev yek qebûl nekir, ji aliyê leşkerave hat kêrkirin û avêtin ser riya di navbera navçeya Mabata û Efrînê. Welatiyên Mihemed li ser rê dîtin û birin nexweşxaneya leşkerî ya girêdayî TSK’ê. Karmendên nexweşxaneyê qebûl nekirin ku Mihemed derman bikin. Welatî neçar man ku Mihemet bibin nexweşxaneya Ezazê, lê beriya Mihemed bigihêjinîn nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.”
Welatiyan cenazeyê Mihemed lê gundê Sêmalka veşartin.
Berî 3 rojan leşkerên girêdayî TSK'ê jina ciwan a bi navê Zozan Beşîr Silêman jî revandin. Hîna jî aqûbeta wê ne diyar e. Di heman demê de berî revandina Zozan, leşker û komên hevakarên wî OSO jinek îşkence û tecawîz kiribûn.